Çeteyên Cihûyî, îşxalkirina axên Filistînîyan didomîne
Gundên li Şerîaya Rojavayê bi îşxala sîstematîkî re rûbirû ye. Sîyonîstên îşxalker xwestin ku li gundê Um Safayê bi makîneyên kar erdan xera bikin.
Îşxalkerên sîyonîst, îro di seatên serê sibehê de li gundê Um Safaya ku li bakurrojavaya Ramallahê ye axên Filistînîyan tehrîp kir.
Serokê Konseya Gundê Um Safayê Marwan Sabah, di daxuyanîya ku da de, îfade kir ku komekî Cihûyî li gundên Um Safa û Deîr Sudanê axên Filistînîyan xera kirin û dest bi xespkirinê kirin.
Hat îfadekirin ji 300î zêdetir darên zeytûnê hatin jêkirin.
Li gundên derdorê jî îşxala sîyonîstan bi sîstematîkî berdewam dike. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Îranê li peravên Kendava Ummanê tankereke petrolê ya biyanî ku tê de 6 milyon lître sotemeniya dîzelê ya qaçax hatibû dîtin desteser kir. Hat ragihandin ku pergalên navîgasyonê yên tankerê hatine sekinandin.
Rejîma îşxalker îro serê sibê bi ser gelek deverên Şerîaya Rojava de girt û gelek kes desteser kir.
Nûnerê taybet ê Serokê Emrîkayê Donald Trump, Steve Witkoff, li Berlînê bi Zelenskî û rêberên Ewropî re dicive, wekî beşek ji hevdîtinên ku armanca wan bidawîanîna şerê li Ukraynayê ye. Lêbelê, paytextên Ewropî berî destpêkirina danûstandinan ji Washingtonê garantiyên ewlehiyê yên zelal dixwazin.
Piştî ku wesayîteke leşkerî li Suweydayê ji teref dronekê ve hate hedefgirtin, hêzên ewlehîyê yên Sûrîyeyê agirbest wekî îxlalkirin îlan kirin û peyama "bersiveke tund" dan komên çekdar.