Ciwanê ku li El Xelîlê ji teref îşxalkeran ve giran birîndar bûbû, şehîd ket

Ciwanek ku li El Xelîla Şerîaya Rojavayê ji teref îşxalkeran ve bi giranî birîndar bûbû, gihaşt şehadetê.
Wezareta Tenduristî ya Filistînê, diyar kir ku Ahmed Nafez Cibril El-Aviviyê 19 salî ku şeş meh berê ji teref îşxalkeran ve dûçarê êrîşê bûbû û giran birîndar bûbû, şehîd ket.
Wezaret îfade kir ku ciwanê birîndar hefteyekî berê ketîye emelîyatê, encax ji ber ku rewşa wî xerab bû êdî nikaribû rihê xwe bar bike û canê xwe şehîd da. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 57 hezar û 680yan, hejmarê birîndaran jî gihaşt 137 hezar û 409 kesan.
Endamê Buroya Sîyasî ya HAMASê Îzzat el-Rişk tekez kir, "Xezze teslîm nabe… Ew ê ku şert û mercan ferz bike û hevkêşeyan li ser erdê diyar bike berxwedan be."
Li Hindistanê ji ber hilweşîna pirekê wesayît ketin nav avê û herî kêm 9 kes mirin.
Di êrîşên ku ji saetên serê sibê ve ji teref rejîma sîyonîst ve li ser deverên cuda yên Xezzeyê pêk tên de herî kêm 17 Filistînî şehîd bûn.