Êrîşên rejîma îşxalker li ser Xezzeyê berdewam dikin: 17 şehîd

Di êrîşên ku ji saetên serê sibê ve ji teref rejîma sîyonîst ve li ser deverên cuda yên Xezzeyê pêk tên de herî kêm 17 Filistînî şehîd bûn.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên tenduristiyê yên li Xezzeyê hatine bidestxistin, di encama hedefgirtina xaniyekî malbata Cûde li Kampa Penaberan a Şatî ya li rojavayê bajarê Xezzeyê de 11 kes şehîd bûn û gelek kes jî birîndar bûn.
Bav û kurê wî di êrîşeke li ser malekê li Dêr Belaxê de şehîd bûn, di heman demê de dronên ku konên sivîlên koçber li rojavayê Xan Yûnisê hedef digirtin, bûn sedema mirina du Filistîniyên dinê.
Li Kampa Penaberan a Bureycê jî di êrîşeke asmanî ya li ser maleke malbata el-Xurubî de kesek şehîd bû û gelek kes jî birîndar bûn.
Di êrîşên ku ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve berdewam dikin de, rejîma sîyonîst herî kêm 57 hezar û 575 Filistînî, ku piraniya wan jin û zarok bûn, şehîd kirine û 136 hezar û 879 kes jî birîndar kirine. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 57 hezar û 680yan, hejmarê birîndaran jî gihaşt 137 hezar û 409 kesan.
Endamê Buroya Sîyasî ya HAMASê Îzzat el-Rişk tekez kir, "Xezze teslîm nabe… Ew ê ku şert û mercan ferz bike û hevkêşeyan li ser erdê diyar bike berxwedan be."
Li Hindistanê ji ber hilweşîna pirekê wesayît ketin nav avê û herî kêm 9 kes mirin.