Di êrîşa li dijî gundê Bu Kemala nêzê sînora Iraqê ya artêşa Emrîkaya îşxalker li rojhilata Sûrîyeyê de herî kêm 5 kesan canê xwe ji dest dan.
Li gorî qenala El Arabîya TVyê balafirên Emrîkayê, li nêzê sînora Iraqê gundê Ebu Kemalê bomberdûman kirin.
Li gorî qenalê di van êrîşan de 5 kesên ku endamê rêxistinên ku bir îranê re girêdayîne canê xwe ji dest dane.
Berîya vêya jî Fermandarîya Navend a Hêzên Çekdar yê Emrîkayê, daxuyandibû ku ew li Sûrîyeyê komên ku alîgirê Îranê ne re êrîşan li dar xistine.
Di Cotmeha 2023yan vir ve de ji baregehên Emrîkayê yên li Sûrîye û Iraqê re bi fuze û ÎHAyan operasyon têne lidarxistin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di qirkirina ku ji 7ê Cotmehê vir ve ji teref siyonîstên îşxalker ve li Xezzeyê hat kirin de hejmara şehîdan derket 43 hezar û 712an û hejmara birîndaran jî derket 103 hezar û 258an.
Rejîma îşxalker a sîyonîst, êrîşên xwe yên li Libnanê didomîne, hejmarê şehîdan bi tevahî derket 3 hezar û 287 kesan, hejmarê birîndaran jî derket 14 hezar û 222yan.
Li Madagaskara Rojavayê keleke ku di nav Çemê Tsiribihinayê de diçû di bin hezazê de ma, di encamê de 16 kesan canê xwe ji dest dan.
Sîyonîstên îşxalker li Xezzeyê êrîşî Beyt Lahîya, Refah û Nuseyratê kirin, di encama bomberdûmanê de herî kêm 11 kes şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.