Wezîrê Demkî yê Karên Hindir yê Sûrîyeyê Mihemed Abdurrahman ragihand ku 14 efserên polês di kemîneke ku ji teref bermahiyên rejîma kevin ve li gundewarê Tartusê hatibû organîzekirin hatin kuştin.
Wezîrê Karên Hundir Muhammed Abdurrahman di daxuyanîya xwe de diyar kir ku polêsên girêdayî wezaretê li herêmên gundewarî yên Walîtîya Tertûsê ketin kemîna bermahîyên rejîma kevin.
Li gorî xebera SANAyê, Abdurrahman diyar kir ku di êrîşê de 14 polês canê xwe ji dest dane û 10 kes jî birîndar bûne.
Abdurrahman weha got, "Îro Wezareta Karên Hindir ji bo parastina ewlekarî, aramî û ewlehîyê gelê Sûrîyeyê mînaka fedekarî û azadîyê pêşkêş kir. Heta ku aramî û ewlekarî ji bo gelê Sûrîyeyê pêk neyê ev fedekarî ranawestin û em ê her kesê ku hewl dide destwerdanê li ewlekarîya Sûrîyê û jiyana gelê wê bike, bi kulmek hesinî re rûbirû bibin." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov diyar kir ku ew bi rêveberîya nû ya Sûrîyeyê re di nava hevkarîyê de ne û got, "Em ji parçebûna Sûrîyeyê re destûrê nadin."
Di qirkirina ku ji 7ê Cotmehê vir ve ji teref sîyonîstên îşxalker ve li Xezzeyê hat kirin de hejmara şehîdan derket 45 hezar û 436an û hejmara birîndaran jî derket 108 hezar û 38an.
Sîyonîstên îşxalker êrîşî başûr û bakurê Xezzeyê kirin, di encama êrîşê de 6 Filistînî şehîd bûn.
Li nêzê Tel Avîvê bi kêrê çalakîyek hat lidarxistin, di encama çalakîyê de şênîyekî sîyonîst mir.