Di êrîşa rejima qatil de li Îranê hejmarê şehîdan gihîşt 224 kesan

Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ragihand ku di êrîşên hewayî yên ku rejîma siyonîst roja Înê li ser Îranê pêk anîne de herî kêm 224 kes şehîd bûne û zêdetirî 1200 sîvîl jî birîndar bûne.
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Îranê Huseyîn Kermanpûr li ser medyaya civakî ragihand ku di êrîşên rejîma sîyonîst de ku di 65 saetên dawî de berdewam dikin, 224 welatiyên Îranê şehîd bûne û 1277 kes jî birîndar bûne. Kermanpûr tekez kir ku ji sedî 90î zêdetir şehîdan sîvîl in.
Di êrîşeke doh de, hat ragihandin ku serokê Îstîxbarata Supaya Pasdarên Şoreşa Îranê Muhemed Kazemî, alîkarê wî Hesen Muheqiq û fermandarekî din ê payebilind jî şehîd bûne. Ajansên nûçeyan ên fermî yên Îranê ragihandin ku ev kuştin beşek ji stratejiyeke rasterast a hedefgirtina asta bilind bû.
Êrîşên ku sibeha Înê 13ê Hezîranê dest pê kirin, bi bombebarankirina bi dehan balafirên şer ên rejîma sîyonîst a tesîsên nukleerî, baregehên mûşekî û hedefên leşkerî yên Îranê dest pê kirin.
Êvara heman rojê, Îranê bi mûşekên balîstîk û balafirên bêmirov ên bi celebê kamîkaze bersiv da. Medyaya Îranê ragihand ku êrîş heta niha di 8 pêlan de pêk hatine û herî kêm 13 sîyonîst mirine û 345 kes jî birîndar bûne. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Kinshasa, paytexta Komara Demokratîk a Kongoyê (KDK), di lehî û hezaza erdê de ku ji ber barana zêde çêbû, 29 kesan canê xwe ji dest dan.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 55 hezar û 400î, hejmarê birîndaran jî gihaşt 128 hezar û 923 kesan.
Rejima îşxalker, li dijî herêmên cuda yên başûrê Libnanê êrîşan pêk anît.
Rejima sîyonîst, li Kirmaşanê Nexweşxaneya Farabîyê hedef girt. Di êrîşê de hat desntîşankirin ku nexweşxane zerarê dîtiye û mirovên ku birîndar bûne hene.