Di êrîşa Siûdî ya li ser Muhayê de şeş kes hatin kuştin
Di êrîşa hewayî ya balafirên Erebistana Siûdî ya li ser bajarê bendera Muha yê Yemenê de şeş kes hatin kuştin û heşt kes jî birîndar bûn.
Li gorî medyaya di bin kontrola Ensarullah de, êrîşên esmanî yên Erebistana Siûdî di destpêka rojê de xaniyek li Muha, bajarekî benderî yê stratejîk ê Deryaya Sor li parêzgeha Taizê li başûrê rojavayê Yemenê ye, hedef girtin.
Li gorî qenala televîzyonê ya El Masirah, "Balafirên şer ên êrîşkar ên Siûdî sê êrîşên asmanî li ser wargeheke sivîlan li Muhayê pêk anîn, di encamê de şeş kes, ku du zarok û jinek di nav wan de bûn, hatin kuştin û heşt kesên din jî birîndar bûn."
Qenala televîzyonê her wiha wêneyên ku nîşan didin di nav kesên ku di êrîşan de hatine kuştin û birîndar bûne de zarok jî hene weşand.
Erebistana Siûdî li seranserê Yemenê êrîşên esmanî li dijî deverên di bin kontrola Ensarullah de pêk tîne, di heman demê de Ensarullah bi êrîşên mûşekî û firokeyên bêpîlot li dijî hedefên li hundirê Erebistana Siûdî bersivê dide. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê ragihand ku di êrîşên hêzên îşxalker de hejmara şehîdan gihîştiye 73 hezar û 919 kesan û hejmara birîndaran jî gihîştiye 174 hezar û 977 kesan. Di 24 saetên dawî de 5 Filistînî şehîd bûn û 25 jî birîndar bûn.
Rejîma sîyonîst îşxalkerî û çalakiyên xwe yên leşkerî li Quneytre, Dera û gundewarên Şamê li başûrê Sûrîyeyê didomîne. Di demên dawî de, hêzek ji nêzîkî 10 wesayîtan derbasî gundewarên Quneytre bûn, xalek kontrolê danîn û di heman demê de top û çekên giran avêtin ser wargehên rojavayê Derayê.
Li wîlayetaên Sîstan û Belucistana Îranê êrîşên çekdarî hatin kirin, di encamê de polêsek canê xwe ji dest da, sê polês jî birîndar bûn.