Di 24 saetên dawî de li Şerîaya Rojava 18 çalakiyên berxwedanê

Di 24 saetên dawî de li Şerîaya Rojava hejdeh çalakiyên cuda yên berxwedanê hatine qeydkirin. Di nav wan de çalakîyên bombeyî, pevçûnên wesayîtan û avêtina keviran hebûn, û sîyonîstek jî birîndar bû.
Çalakiyên berxwedanê di 24 seatên dawî de li gelek bajar û bajarokên Şerîaya Rojava bi girîngî zêde bûne. Li gorî daneyên Navenda Agahdariyê ya Filistînê "Ma'taa", bi tevahî 18 çalakî hatine lidarxistin.
Di pevçûnên dijwar de li navçeya Senclê ya Ramallahê, ciwanan li hember hatina niştecihên sîyonîst li ber xwe dan. Li navçeyên Ramallahê yên El-Ram, Şukba û Şîbtîn jî berxwedana avêtina keviran û pevçûnên kolanan qewimîn.
Li Cenînê, şervanên berxwedanê li nêzîkî Merv ibn Amir leşkerên îşxalker hedef girtin. Teqemeniyek ku di wesayîteke leşkerî de li herêmê hatibû çandin teqiya û bû sedema pevçûnên berfireh. Li navenda bajêr jî berxwedan û xwepêşandanên dijî îşxalê yên dijwar pêk hatin.
Her çiqas li Tulkeremê li dijî îşxalkeran xwepêşandanên berxwedanê hatin lidarxistin jî, li bajarokê Tubas ê Tiyasirê û derdora Selvîtê jî pevçûnên bi heman rengî qewimîn. Li Qelqeliyê li dijî îşxalkeran jî berxwedaneke dijwar a avêtina keviran hat ragihandin.
Pêşveçûna herî balkêş li El Xelîlê qewimî. Ciwanekî Filistînî li nêzîkî gundê Susiya, li başûrê Yattayê, qezayek trafîkê pêk anît û siyonîstek birîndar kir. Li heman herêmê, niştecihan bi avêtina keviran li dijî îşxalkeran li ber xwe dan. Li navçeyên Benî Naîm, Dura û Bajarê Kevin ên El Xelîlê jî pevçûnên dijwar qewimîn.
Ev çalakiyên li pey hev li seranserê Şerîaya Rojava careke din nîşan dan ku berxwedana li dijî îşxalê li hemû herêman zindî dimîne. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rêxistina mafên Filistînî "Ofîsa Medyayê ya Êsîrên Îslamî" bal kişand ser komkujiya sîstematîk a rejîma îşxalker a li ser êsîran û diyar kir ku ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve 77 êsîr şehîd bûne.
Leşkerên rejîma sîyonîst li Ramallahê bi îddîaya veguhestina pereyan bo Hamasê, êrîşî ofîseke guhertina pereyan kirin û gelek pere û belge dizîn.
Di 24 saetên dawî de, li Xezzeyê ku di bin dorpêça rejîma sîyonîst de ye, 10 kesên din jî ji ber birçîbûn û kêmasiya xwarinê mirin. Neteweyên Yekbûyî li herêmê hişyariya birçîbûneke girseyî da.