Mele Yalçin: Nerazîbûnên ku ji xutbeyan re tê kirin, bi rastî ji Îslamê re têne kirin

Alîkarê Serokê Giştî yê ÎTTÎHADUL ULEMAyê Mele Abdulquddus Yalçin, destnîşan kir ku êrîşên ji xutbeyên Dîyanetê re têne kirin bi rastî ji Îslamê re têne kirin, “Dixwazin ku serê ciwanan tevlîhev bikin û di navbera pîrekan de neyartîya Îslamê belav bikin.”
Alîkarê Serokê Giştî yê ÎTTÎHADUL ULEMAyê Mele Abdulquddus Yalçin, diyar kir ku bertekên ku ji xutbeyên Dîyanetê re têne nîşandan ji derve têne îdarekirin û bi van rexneyan tê armanckirin ku fitnê bixin nav Misilmanan.
Yalçin destnîşan kir gengeşîyên ku li ser bi navê mafê pîrekan têne kirin bi rastî Îslamê hedef digrin, divê ciwanên Misilman jî bi şiûr werin perwerdekirin û mezinkirin, “Tu derdekî wan a parastina pîrekan tineye; derdekî wan tenê heye ew jî Îslam e. Feqet bi îzna Xwedê wê nikaribin serfiraz bibin.”
“Pêşmêrîya dijminên Îslamê dikin”
Yalçin destnîşan kir ku di xutbeyên Dîyanetê de ayet û hedîsên Pêxember têne xwendin û qalkirin, “Dem bi dem em li dijî xutbeyên dîyanetê îtîrazan dibihîsin. Van îtîrazan jî rasterast ji ayet û hedîsan re têne kirin. Bi taybetî jî, dema ku van îtîrazên xwe tînin ser ziman wisa dibêjin ku mirov dibêje qey îtîrazên xwe ji Dîyanetê re dikin, lê ya rastîn ev e ku ew îtîrazên xwe ji emrên û qedexeyên Îslamê re dikin. Vê tiştê jî bi zanebûn dikin. Vêya jî li gorî serê xwe nakin, ji derve ve emir digrin û dikin. Pêşmêrîya dijminên Îslamê dikin. Dixwazin ku di navbera Misilmanan de gengeşîyê derxin, serê ciwanên me tevlîhev bikin û di navbera pîrekan de neyartîya Îslamê belav bikin.”
“Berevajîya parastina mafên ku Îslam daye pîrekê bêedaletî ye”
Abdulquddus Yalçin got, “Yê ku di mîrasê de çi li para zilam û pîrekê dikeve eşkere kirîye, Xwedê ye. parastina berevajîyê vêya bêhiqûqî û bêedaletî ye. Gotinên ku Dîyanet di xutbeyan de dide xwendin ne gotinên wan in, Dîyanet nikare vêya li gorî serê xwe bibêje. Tu meleyekî jî van gotinan li gorî serê xwe nikare bibêje. Van xutbeyan hukmên ku di Quranê de hatine gotin in. Rebbê me di Qurana Pîroz de bi hemî hûrgilîyan qala mîrasê kirîye. Para ku li dê, bav, kur, qîz û yên dinê çi dikeve hemî di Quranê de heye. Yê ku zilam û pîrekê xuliqandîye Xwedê ye, ji ber vê yekê li ser wan yê herî biedalet jî ew e, çîmkî tu kes pîrek û zilamê ji wî zêdetir nikare baş zanibe. Ev mesele ewakî ye û digel vêya hûn çawa dikarin rabin û bibêjin, ‘Hûn çawa dikarin vêya bibêjin, yê ku pîrek qezenc dike heq e’. Di Îslamê de çi mafekî ku ji pîrekê re hatîye dayîn, mirov berevajîyê wî biparêze ev bêhiqûqî û bêedaletî ye. Ev micadeleya heq û batilê ye. Şeytan û alîgirên şeytan dikarin li hember heqîyê îtîrazên ewakî bikin.”
“Wisa xuya dikin ku mafê pîrekan diparêzin lê hedefa wan Îslam e”
Yalçin desntîşan kir ku divê ciwanên Misilman hişyarbin, zanabin û bişiûr bin, li hember proapgandayan jî xwe biparêzin:
“Vana vê cesaretê ji cehaleta Misilmanan û ji dûrketina Îslamê digrin. Çend sal berê nikaribûn tiştekî ewakî bigotana. Encax ji ber ku nesla Misilmanan roj bi roj ji Îslamê, Quranê û sinnetê xwe dûr xist, vana jî vê cesaretê girtin û bêedebîyên ewakî dikin. Bi vê şeklê dixwazin ku Misilmanan ji Îslamê dûr bixin. Doza vana ne doza hiqûqê ye. Derdekî wan ê parastina pîrekan jî tineye. Derdekî wan tenê heye; Ew jî Îslam e. Derdê wan ew e ku li hember Îslamê, Quranê, Xwedê û Resûlê wî herbê vekin. Lê bi îzna Xwedê wê nikaribin serfiraz bibin. Divê em zêdetir Îslamê bixweyînin û hîn bibin.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li navçeya Esenyurta Stenbolê, di operasyona li dijî bazirganîya tiryakê de gelek maddeyên hişbir hatin bidestxistin.
Fesîh Guler Xoce ku emrê xwe di rêya doza Îslamê de feda kir, di salvegera 5emîn a wefata xwe de ji teref xizm û hevaldozên wî ve li ser gora xwe hat yadkirin.
Li peravên Karaburuna Îzmîrê keleka ku koçber di nav de bûn bin av bû, çar kes mirin, 2 kes sax filitîn.