Li Mêrdînê fînala bernameya “Jîyan Bi Nimêjê Xweş e” hat tertîpkirin

Bernameya “Jîyan Bi Nimêjê Xweş e” ku ji teref Komeleya Mêrdînê ya Evîndarên Pêxember ve hat tertîpkirin, piştî perwerdehîya ku di nav du hefteyan de hatin dayîn bi bernameya fînalê hat dawîkirin.
Ji bernameya ku li navçeya Artukluya Mêrdînê hat tertîpkirin re gelek mirov beşdarî bûn.
Di bernameyê de îlahî hatin xwendin, û bi sedan xwendekarên qîzîn û lawîn meşek li dar xistin.
Pêşkêşvanîya bernameyê ji teref Muhammed Ozçelîk ve hat kirin û piştî meşa ku hat lidarxistin ji teref Muhammed Mursî Onen ve Qurana Pîroz hat xwendin.
Zarokên qîzîn û lawîn ên ku beşdarî bernameyê bûn, bi cemaetî nimêja esrê kirin.
Îlahîyatvan Hamdullah Gumuş, derheqê ehemmîyet û girîngîya rojê de axavtinek kir, dûre qala zilma ku li Mescîdî Eqsa û Filistînê tê kirin kir û bang li dêûbavên zarokan kir ku bila ji zarokên xwe re şiûra Îslamê bidin.
Gumuş weha got, “Îro em ji bona ku bernameya me ya ‘Jîyan Bi Nimêjê Xweş e’ ku 15 roj berdewam kir û dawî bû li vê derê ne. Di vê perwerdehîyê de zarokên me hem hînê destmêjê hem jî hînê nimêjê bûn, ev hînkirin jî hem bi teorîk hem jî bi pratîk hat hînkirin. Ji zarokan re hat fêhmkirin ku rojê pênc wext nimêj, mirovan hem di warê meddî hem jî menewî de paqij dike, û hat hînkirin ku nimêj mîraca muminan e. Ji xwe Pêxemberê me jî dibêje ji zarokên xwe yên 7-10 salî re qala nimêjê bikin û wan hînê nimêjê bikin. Çîmkî zarok mesum in, bêguneh in, çîmkî ew paqij in. Heger em di van emrê wan de nimêjê bikin qelbê wan, em ê vê mayayê bidin wanû wan bi vê mayayê mezin bikin.”
“Nimêj, Tewhîdê yanê Yekîtîya Xwedê dike nav dilê me”
Gumuş qala ehemmîyeta hînkirina nimêjê ya di demekî zû de kir û got, “Mixabin îro hem li dibistanan, hem li kolanan, hem li derdoran û hetta li malan gelek fiîl hene ku tê xwestin bi wan fiîlan ev maya were xerakirin. Xeletîyên ku civakê hildiweşîne ketîye heta dibistana sereke jî. Em mecbur in ku bi distûra ‘Nimêj stûna dîn e’; Kelha Îmanê li pîya bidin sekinandin, ev jî dema ku em di emrê wan ê biçûkatîyê de ji wan re bidin hînkirin mimkin e. Bi îzna Xwedê ev civak çi bide wan bila bide wan, ew ê kelha zarokên me saxlem bin û mayaya wan xera nebe. Nimêj ne tenê îbadetekî ye, di heman demê de ew terzekî jîyanê ye. Nimêj, Tewhîdê yanê Yekîtîya Xwedê dike nav dilê me. Însan bi nimêjê bilind dibe; dema ku ji nimêjê dûr bikeve berê wî diçe ber bi hilweşînê.”
“Divê em weka Xezzeyîyan nimêjê bikin navenda jîyana xwe”
Gumuş got, “Îro hemî kes ji vê xerabûna civakê gilîdar e, lê ez ji we re bibêjim ev ê ku vê xerabûna civakê çêbikin, rast bikin û saxlem bikin, van zarokên me yên bêguneh, paqij û nimêjê kirine navenda jîyana xwe ku ew ê bibin mezinên sibehê ne. Mescîdî Eqsaya ku qîbla me ya ewil e… Mescîdî Eqsaya ku qasî Kabeyê muhîm e… Xezze, Filistîn di bin îşxala îsraîla qirker de ye. Wan qirkeran, zarokên wek we yên Misilman û yên ku nimêjên xwe dikin, birçî dihêlin, wan tî dihêlin û wan terka mirinê dikin. Îro çiqas jî hindik xwanê bike ku em wek zarokan bi ferdî tiştên biçûk bikarbînin, hûn baş zanibin ku pirr muhîm e. Wan zalim û qirkeran ew ê ji nimêja we, û îmana we aciz bibin lê hûnê tu dem dev ji vê rêya xwe bernedin. Bi îzna Xwedê ew ê xelasîya xûşk û birayên me yên Xezzeyê bi duayên we bibin.”
Gûmûş di dawîya axavtina xwe de bang li malbatan jî kir û got, “Gelî dêûbavno di vê dewra ku zarokên me di dibistan, kolan û derdoran de kaşê pîsîtîyê têne kirin de; divê em malên xwe û malbatên xwe bikin wek kelhekî. Divê ev kelh bibe kelhekî wisa ku serê ewil em ê bijîn û zarokên me jî li me binêrin û tetbîq bikin. Em nimêja xwe ew ê zarokên me jî nimêja me bikin.”
Selahattîn Şanî
Selahattîn Şanî, bernameya fînalê nirxand û got, “Di bernameya ‘Jîyan Bi Nimêjê Xweş e’ de ji me re gelek tiştên xweş hatin hînkirin. Di dema perwerdehîyê de em derheqê Resûlê Xwedê de gelek agahîyan hînbûn. Me xwendina xwe ya Quranê pêşve bir, derheqê nimêjê de agahîyên gelek gelek tiştên muhîm hînbûn. Ji ber vê bernameyê ez sipasîya xwe ji Evîndarên Pêxember re dikim.”
Yahya Ozturk
Yahya Ozturk bal li ser zilma ku li Filistînê tê lidarxistin kişand û got, “Em li bernameya Jîyan bi nimêjê xweş e ne. Bername gelek xweş bû. Min di vê perwerdehîyê de hîn kir ku nimêj ji bo jîyana me gelek muhîm e. Di bernameyê de îlahîyên gelek xweşik hatin gotin. Bername jî gelek weş bû. Xwedê ji Evîndarên Pêxember razî be ku bernameyekî ewakî tertîp kirîye. Ez dixwazim ku ev her sal hebe.”
Îbrahîm Akdogan
Îbrahîm Akdogan jî derheqê bernameyê de ji Evîndarên Pêxember re sipasîyan kir û got, “Em tev di bernameya nimêjê de civîyan. Bername gelek xweş derbas bû. Ez ji hemî kesan re nimêjê tewsîye dikim, ji ber vê bernameyê jî Xwedê ji Evîndarên Pêxember razî be.”
Bername bi kirina nimêjê û duayê dawî bû. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li navçeya Rezan a Dîyarbekirê di avahîyekî 8 qatî ya nav sîteyekî de şewat derket. Di şewatê de 3 personelên îtfaîyeyê ji dûmanê tesîrdar bûn.
Ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve bi navê “Ji Bo Xezzeyê Têne Cem Hev” bernameyek hat tertîpkirin, Dîyarbekirîyên ku hatin bernameyê ji bo Xezzeyê duayan kirin.
Li Kuçukçekmeceya Stenbolê otobûsek û qamyonek jî di nav de qezaeyek zîncîrî pêk hat, di encama qezaya zîncîrî de kesekî canê xwe ji dest da, neh kes jî birîndar bûn.