Di 10 çileya roja rojnamevanên dixebitin de artêşa îşxalker li Xezzeyê xebatkarên Ajansa Anadolûyê qemeraman Saîd Ebû Nebhan şehîd kir.
Li qampa koçberan a El-Cedîda li herêma Nûseyratê cih digre gelek rojnamevan lê hene hat dorpêç kirin û şûnde eskerên îşxalker bi sîlehên lûle dirêj Ebû Nabhanê xeber dişopand hedef girt.
Di dîmenên hatin kişandin de tê dîtin ku li cihê buyerê di malekê de li ser sedyeyê kesekî birîndar bi alîkariya wezîfdarên alîkariyê bi lez tê hilgirtin û Ebû Nehbanê lê nêze bi ekîbmanên xwe şopandina xeberê dike û direve û di wê wextê de bi sîleha lûle dirêj gule tê berdan û tê hedef girtin.
Ebû Nehbanê li erdê dikeve bê hereket dimîne û kesên derodorê bi endîşeya wê bibin hedefa artêşa îşxalker bi zor xwe gîhandin Ebû Nebhan.
Artêşa îşxalker ji 7ê cotmeha sala 2023an vir ve li Şerîda Xezzeyê di êrîşên pêk aniye de bi tevahî 203 rojnamevan şehîd kiriye.
Ji teref Ofîsa Medyaya Hukimata Xezzeyê ve di daxuyaniya ku hat dayîn de bang li civaka navneteweyî û saziyên çapameniyê hat kirin ku ji ber rejîma îşxalker li dijî rojnamevanên Filistînê sûcên xwe dewam dike bila mahkemeya navneteweyî li pêy bikeve û taqîb kirinê bike.
Hat îfade kirin êrîşên li dijî rojnamevanan ji ber artêşa îşxalker li herêmê qetlîamên pêk tîne nên belgekirin tên hedef girtin.
Rejîma terora siyonist di êrîşan de heta niha li Xezzeyê ji her 10 rojnamevanan yek hedef girtiye û şehîd kiriye. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di encama êrîşên artêşa îşxalker a li ser bajaroka Xezzeyê de 4 Filistînî şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.
Li bajarê Kettaya Pakîstanê di encama teqîna ji ber xaza metanê ya li madena komirê de 12 karker asê man.
Tûgayên Qessam, baskê leşkerî yê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê HAMASê, diyar kir ku piranîya êsîrên dijmin ên li bakurê Xezzeyê winda ne.