Di encama êrîşên artêşa îşxalker a li ser bajaroka Xezzeyê de 4 Filistînî şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.
Artêşa îşxalker êrîşên xwe yên li Şerîda Xezzeyê didomîne. Di encama êrîşa herî dawîn a asîmanî ya li ser Meheleya Rîmalê li dijî malekê hat kirin de 3 Filistînî şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.
Li Meheleya Zeytûna başûrê rojhilata Xezzeyê ye jî êrîş li ser mala “Tafîşê” hat kirin. Di encama vê êrîşê de Filistînîyek şehîd bû, hat ragihandin ku birîndar jî hene.
Tanqên îşxalê jî di domahîya şevê de Meheleya Zeytûnê bombe kirin, li rojavayê Kampa Nusayrat a li navenda Şerîda Xezzeyê jî gelek gule barandin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di 10 çileya roja rojnamevanên dixebitin de artêşa îşxalker li Xezzeyê xebatkarên Ajansa Anadolûyê qemeraman Saîd Ebû Nebhan şehîd kir.
Li bajarê Kettaya Pakîstanê di encama teqîna ji ber xaza metanê ya li madena komirê de 12 karker asê man.
Tûgayên Qessam, baskê leşkerî yê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê HAMASê, diyar kir ku piranîya êsîrên dijmin ên li bakurê Xezzeyê winda ne.