Di navbera Ezerbaycan û Ermenistanê de peymana aştîyê hat îmzekirin

Li Qesra Spî di navbera Ezerbaycan û Ermenistanê de peymana aştîyê hat îmzekirin. Serokê Emrîkayê Donlad Trump, di bernameyê de got, “Em serfiraz bûn ku di navbera Ezerbaycan û Ermenistanê de aştîyê li dar bixin. Herdu welat jî heta bêdawîyê qebûl kirin ku herbê qedandine.”
Serokkomar Ezerbaycanê Îlham Alîyev û Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşînyan, ji bo hevdîtina sêyem a ku bi Serokê Emrîkayê Donald Trump re li dar bixin çûn Qesra Spî.
Serokê Emrîkayê Donald Trump, bi herdu serokan re jî hevdîtinek kir û daxuyanîyek da, di lûtkeyê de, hat daxuyandin ku bi Serokkomar Alîyev û Serokwezîr Paşînyan re mitabeqetekî sêyem hat îmzekirin.
Trump di daxuyanîya xwe de weha got, “Em serfiraz bûn ku di navbera Ezerbaycan û Ermenistanê de aştîyê li dar bixin. Herdu welat jî heta bêdawîyê qebûl kirin ku herbê qedandine.”
Trump dûre weha got, “Ermenistan û Ezerbaycan, garantî didin ku pevçûnan didin sekinandin, têkilîyên bazirganî û dîplomatîkî didin destpêkirin û ji yekîtîya axên hev re rûmetê nîşan didin. Ev, ji bo Azerbaycanê gelek muhîm e.”
Serokkomarê Ezerbaycanê Îlham Alîyev di daxuyanîya xwe de weha got, “Bi rasî jî îro rojekî dîrokî ye, em îro li Qefqesan aştîyê tesîs dikin. Ev ne ku tenê ji bo me firsedan çêbike, ew ê ji hemû herêmê firsedên gelek baş derbixe holê.”
Piştî axavtinan herdu serok jî nameyê îmze kirin. Trump jî wek şahid îmzeya sêyemîn avêt. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wezareta Karên Derve yê Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê, biryara bi temamî bidestxistina Xezzeyê ya rejima îşxalker bi tundî şermezar kir.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 61 hezar û 369an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 152 hezar û 850 kesan.
Li Xezzeya ku bi dorpêç û êrîşên rejima îşxalker xela kurtir dibe, di nav 24 seatên dawîn de 11 kesên dinê jî ji birçîna canê xwe ji dest dan û şehîd bûn.
Polêsê Efxen, li başûrê Efxenistanê 9 ton tiryakê îmhe kirin û 100 kesan jî binçavkirin.