Di navbera rejîma îşxalker û Erebistana Siûdî de îddîayên hevkariya îstîxbaratê
Medyaya sîyonîstan îddîa kir ku rêveberiya Tel Avîvê ew ê bi Erebistana Siûdî re li dijî Tevgera Ensarullah a li Yemenê di warê leşkerî û îstîxbaratî de hevkariyê bike. Her wiha hat îddîakirin ku civînek veşartî, bi navbeynkariya Emrîkayê, li Elmanyayê pêk hatiye.
Li gorî raporan, di civînê de Serfermandarê Giştî yê sîyonîstan, serokatiya Fermandariya Navendî ya Emrîkayê û fermandarên leşkerî yên ji Erebistana Siûdî, Îmaratên Erebî yên Yekbûyî, Qeter, Behreyn, Kuweyt, Urdun û Misirê beşdar bûn.
Hat îddîakirin ku avakirina mekanîzmayeke hevbeş li dijî tevgera Ensarullahê hatiye nîqaşkirin.
Hate îddîakirin ku Erebistana Siûdî li dijî Tevgera Ensarullah ji Emrîkayê alîkarî xwestiye û rêveberiya Washingtonê ev daxwaz gihandiye Tel Avîvê. Çavkaniyên dîplomatîk îddîa kirin ku rejîma îşxalker bi rêya Emrîkayê dest bi dayîna agahiyên îstîxbaratê ji Erebistana Siûdî re kiriye. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li bajara Los Angeles a Emrîkayê, helîkoptereke nûçeyan a ku ji bo qezaya otobûsekî bişopîne firîyabû ket xwarê, di encamê de 3 kesan canê xwe ji dest dan, kesek jî birîndar bû.
Artêşa Îranê, ji bo astengkirina tolhildana Îranê ya li dijî Urdunê di navbera 60-70 heban de patrîot û ji 12an zêdetir fuzeya pêşgirtina THAADê bikaranît. Di êrîşê de nêzê 20 heb fuzeyên balîstîkî hatin bikaranîtin û hinek unsurên leşkerî yên Emrîkayê jî zerarê dîtin.
Ensarullahê li Yemenê, diyar kir ku artêşa Siûdî di nav 24 saetan de, bi balafirên “F15” û “Typhoon” 52 êrîşên asîmanî li dijî Yemenê li dar xistin.