Di şewata ku li gundekî herêma Gal a Abhazyayê derket de 5 xwişk û birayan jiyana xwe ji dest dan.
Bûyer li gundê Papynyrkhua (Saberio) ya herêma Gal a Abhazyayê pêk hat.
Li gor medyaya herêmî dema ku 5 zarok û dapîra wan li malê bi tena serê xwe bûn dapîra wan serê sibê xwest sobê vêxe. Dapîrê bi tevlîhevkirina benzîn û mazotê sobe vêxist, lê şewat ji nişka ve bi mala darîn ket.
Di şewatê de 5 zarokên temenê wan di navbera 1,5 û 8 salî de ku wê demê di xew de bûn jiyana xwe ji dest dan. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di êrîşên dawîn ên sîyonîstên îşxalker de ser malên ku li Xezzeyê sivîl lê dijîn, 6 Filistînî ku piraniya wan zarok û jin in şehîd bûn û bi dehan kes jî birîndar bûn.
Di êrîşên îşxalkeran ên li ser bajarên Tubas û Nablusê yên Şerîaya Rojavayê de 2 Filistînî ku yek 18 salî û yê din jî 40 salî ye şehîd bûn.
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku Hêzên Çekdar ên Ukraynayê bi balafirên bêmirov êrîşî Santrala Nukleerî ya Zaporîjyayê kirin.
Li bajara Shigatseya li Herêma Xweser ê Tîbeta Çînê, di mezinahîya 6,8an de erdhejek pêk hat, hat îfadekirin ku herî kêm 53 kesan canê xwe ji dest dan.