Di êrîşên îşxalkeran ên li ser bajarên Tubas û Nablusê yên Şerîaya Rojavayê de 2 Filistînî ku yek 18 salî û yê din jî 40 salî ye şehîd bûn.
Di operasyonên ku ji teref sîyonîstên îşxalker ve li bajarên Tubas û Nablusê yên li Şerîaya Rojavayê ya îşxalkirî hatin lidarxistin de 2 Filistînî şehîd bûn.
Di daxuyanîya ku ji teref Heyva Sor a Filistînê ve hat dayîn de, hat diyarkirin ku di êrîşa li Tamûna bajaroka Tubasê de ciwanekî 18 salî şehîd bûye. Di heman êrîşê de gelek kes birîndar bûn, hat ragihandin ku îşxalkeran rê nedan tîmên tenduristîyê bikevin herêmê.
Di serdegirtina din a li bajarokê Bazan a Nablusê de, Filistînîyekî 40 salî bi guleyan hat kuştin û şehîd bû. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li wîlayeta Çinghay Çînê di mezinahîya 5,5an de erdhejek pêk hat.
Li wîlayeta Holguina Kûbayê di depoyekî cebilxaneya leşkerî de teqîn pêk hat, di encama teqînê de ji 13 leşkeran xeber nayê girtin.
Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo Penaberên Filistînî (UNRWA) got ku "Nexweşxaneyên li Xezzeyê bûne xefikên mirinê".
Endamê Biroya Sîyasî ya Tevgera Berxwedana Îslamî HAMAS Usama Hamdan weha got, “Dijmin ji gelê Filistînê ya li Xezzeyê re her tiştî asteng dike. Kuştin û tunebûnkirinê didomîne.”