Di êrîşa rejîma Sûrîyeyê de 13 kes mirin
Di êrîşa îşxalkeran a li ser bajarokê Beyt Cinn ê Quneytrayê de di nav de du zarok û du jin jî hene bi tevahî 13 kesan canê xwe ji dest dan. Li gorî agahiyan, di şer de sê leşkerên îşxalker birîndar bûn, ku yek ji wan rewşa wî giran e.
Rejîma îşxalker mirina 13 kesan di êrîşeke li ser bajarokê Beyt Cinn li herêma Quneytra ya başûrê Sûrîyeyê de ragihand. Li gorî raporên medyaya Sûrîyeyê, di nav kuştiyan de du jin û du zarok jî hene.
Hat ragihandin ku di dema êrîşê de, rejîma îşxalker hewl da ku bi zorê hinek kesan li bajêr bigire, û ev yek bû sedema pevçûnan. Her ku pevçûn berdewam dikirin, tê gotin ku rejîma îşxalker bi helîkopteran piştgirî da leşkerên li herêmê û hinek deverên bajêr bi topan hatin hedefgirtin.
Her çend rayedarên Sûrîyeyê hîn derbarê êrîşê de daxuyaniyek nedane jî, rejîma îşxalker bi daxuyaniyek nivîskî êrîş piştrast kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku serdegirtin ji bo desteserkirina du kesên ku tê îddîakirin endamên tevgera "Cemaetî Îslamî" ne hatiye kirin. Her wiha hat ragihandin ku di pevçûnê de şeş leşkerên îşxalker birîndar bûne, ku sê ji wan giran in. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejîma îşxalker du ciwanên Filistînî yên li malekê li bajarê Cenînê yê bakurê Şerîaya Rojava dorpêç kirin û ji mesafeyeke nêzîk ve gule li wan reşandin û bê daraz wan îdam kirin.
Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir ku li Sûdanê 21.2 milyon kes ji ber şerê nêzîkî sê salan ê di navbera artêş û Hêzên Piştgiriya Bilez (RSF) de bi birçîbûneke giran re rû bi rû ne.
Hejmara qurbaniyên şewata mezin a li Wang Fuk Site ya li navçeya Tai Po ya Hong Kongê gihîşt 94 kesan û herî kêm 270 kes jî winda ne.