Di êrîşên ku ji teref sîyonîstên îşxalker ve li deverên curbecur ên Xezzeyê hatin kirin de 15 Filistînî şehîd bûn.
Sîyonîstên îşxalker dibistaneke Neteweyên Yekbûyî (NY) ku Filistînîyên ku ji Kampa Bureyc a bajarê Deyr el-Belahê li navenda Xezzeyê sitar bûn, kirin hedef.
Di encama Dibistana Ebû Hemîse ya ku di bin banê Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Penaberên Filistînî yên li Rojhilata Nêzîk (UNRWA) kar dike de 3 Filistînî şehîd bûn.
Di encama şewata ku li dibistanê ji ber êrîşa işxalkeran derket de 15 konên ku malbatên Filistînî tê de diman şewitîn. Li bajarê Refahê li başûrê Xezzeyê ekîbên tenduristiyê gihîştin cenazeyên 9 Filistînîyên ku doh di encama êrişa îşxalkeran a li rojhilatê vî bajarî de li dijî Filistîniyan şehîd bibûn.
Di daxuyanîya ku ji teref Midûriyeta Parastina Sivîl ve hat dayîn de hat ragihandin ku di encama bombebarana sîyonîstên îşxalker de li Xezzeyê malek 3 Filistînî şehîd bûne û gelek kes jî birîndar bûne. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di qirkirina ku ji 7ê Cotmehê vir ve ji teref siyonîstên îşxalker ve li Xezzeyê hat kirin de hejmara şehîdan derket 44 hezar û 532yan û hejmara birîndaran jî derket 105 hezar û 538an.
Wezareta Parastin a Netewî diyar kir ku li herêma Xakurk û Garayê 9 PKKyî hatine kuştin.
Doxtorên navneteweyî û Filistînê, bang kirin ku 25 hezar birîndar ji bona ku bêne tedawîkirin divê ji Xezzeyê bêne derxistin.