Doxtorên navneteweyî û Filistînê, bang kirin ku 25 hezar birîndar ji bona ku bêne tedawîkirin divê ji Xezzeyê bêne derxistin.
Doxtorên navneteweyî û Filistînê yên ku di Nexweşxaneya Augusta Victoriaya li Qudsê de ye hatin cem hev, daxuyanîyeke hevpar dan, di daxuyanîyên xwe de îfade kirin ku 25 hezar birîndarên li Xezzeyê, divê bi qorîdorên însanî ya dualî bêne tehlîyekirin.
Doxtoran, îfade kirin ku van dawxazîyan ji ber ku qirkirina li Xezzeyê zêde bûne û piranîya nexweşxaneyan nikarin xizmetê bidin hatine xwestin.
Di berdewama axavtina doxtoran de ew îfade kirin ku ji ber ku rewşa 25 hezaran ciddî ye lazimatîya wan ji alîkarîya tibbî re heye.
Ji ber vê yekê Dîrektorê Îcraya Doxtorên Mesulê Mafên Însanî Guy Shalev, banga desteka navneteweyî kir û weha got: “Êş û jana li Xezzeyê em nikarin piştgoh bikin. Ji nû ve vekirina qorîdora însanî, çareya tenê ye.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di qirkirina ku ji 7ê Cotmehê vir ve ji teref siyonîstên îşxalker ve li Xezzeyê hat kirin de hejmara şehîdan derket 44 hezar û 532yan û hejmara birîndaran jî derket 105 hezar û 538an.
Di êrîşên ku ji teref sîyonîstên îşxalker ve li deverên curbecur ên Xezzeyê hatin kirin de 15 Filistînî şehîd bûn.
Wezareta Parastin a Netewî diyar kir ku li herêma Xakurk û Garayê 9 PKKyî hatine kuştin.