Du zarokên din li Xezzeyê ji birçîbûnê mirin
Li Xezzeyê ku di bin dorpêça giran a rejîma sîyonîst de ye, du pitikên din ji ber tinebûna xwarin û dermanan ji birçîbûnê mirin. Zêdebûna mirinan rûyê herî berbiçav ê qirkirinek bêdeng a ku zarokan hedef digire eşkere dike.
Dorpêç û birçîbûnê careke din li Şerîda Xezzeyê canekî stand. Doh, du pitik, yek 5 mehî û ya din tenê 10 rojî, ji ber kêmbûna xwarina kêm û nebûna mamayê şehîd bûn.
Pitikên şehîd, ku li Nexweşxaneya Nasir canê xwe ji dest dan bi tevî rondikên malbatên xwe hatin definkirin.
Kurê min li ber çavên min helîya
Apê pitika şehîd Nîdal, Mehmûd Şerab got, "Biraziyê min ji ber ku xwarin nedît û bi rêkûpêk nehat xwarin, canê xwe ji dest da. Gelek rewşên bi vî rengî li nexweşxaneyê hene. Divê mama û xwarina zarokan bi lez were peyda kirin."
Muhammed el-Hems, bavê pitika Kinda ya 10 rojî, êşa xwe bi van gotinan parve kir: "Keça min ji ber birçîbûnê û tinebûna dermanan li ber çavên me helîya."
Qirkirineke bi dizî: Birçîbûn û tinebûna dermanan
Çavkaniyên tenduristiyê li Xezzeyê diyar dikin ku ji ber dorpêçê, gihîştina mama, derman û xwarinê hema hema bi tevahî hatiye qutkirin, û ev rewş encamên kujer, nemaze ji bo pitik û extiyaran, dide. Li gorî daneyên herî dawî, hejmara kesên ku ji ber tinebûna derman û xwarinê canê xwe ji dest dane gihîştiye 244 kesan.
Hefteya borî, rayedarên tenduristiyê hişyarî dan ku mirina pitikan dibe ku zêde bibe.
Rejîma sîyonîst di êrîşên qirkirinê yên ku ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve li Xezzeyê dike de ne tenê bi bombeyan, lê di heman demê de bi birçîbûnê jî dikuje. Tevî bangên civaka navneteweyî û biryarên Dadgeha Navneteweyî ya Edaletê, sûcên li dijî mirovahiyê yên wekî kuştin, birçîbûn, wêrankirin û koçberiya bi zorê bi awayekî sîstematîk berdewam dikin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Îranê li peravên Kendava Ummanê tankereke petrolê ya biyanî ku tê de 6 milyon lître sotemeniya dîzelê ya qaçax hatibû dîtin desteser kir. Hat ragihandin ku pergalên navîgasyonê yên tankerê hatine sekinandin.
Rejîma îşxalker îro serê sibê bi ser gelek deverên Şerîaya Rojava de girt û gelek kes desteser kir.
Nûnerê taybet ê Serokê Emrîkayê Donald Trump, Steve Witkoff, li Berlînê bi Zelenskî û rêberên Ewropî re dicive, wekî beşek ji hevdîtinên ku armanca wan bidawîanîna şerê li Ukraynayê ye. Lêbelê, paytextên Ewropî berî destpêkirina danûstandinan ji Washingtonê garantiyên ewlehiyê yên zelal dixwazin.
Piştî ku wesayîteke leşkerî li Suweydayê ji teref dronekê ve hate hedefgirtin, hêzên ewlehîyê yên Sûrîyeyê agirbest wekî îxlalkirin îlan kirin û peyama "bersiveke tund" dan komên çekdar.