Ebû Ubeyde: Êrîşa ku li Îranê hat kirin bedela sekina li cem Filistînê ye

Berdevkê Baskê leşkerî yê HAMASê Tûgayên Îzzeddîn El Qessam Ebû Ubeyde, êrîşên rejima îşxalker a li ser Îranê şermezar kir û got, “Ev êrîş, Encama sekina Îranê ya li cem gelê Filistînê û berxwedana wî ya birûmet e.”
Ebû Ubeyde derheqê êrîşa rejima îşxalker a li ser Îranê de daxuyanîyeke niviskî belav kir.
Berdevkê Tûgayên Qessam Ebû Ubeyde, bal kişand ku ew bi gelê Îranê û serokên Îranê re di nav piştgirîyê de ne û got, “Em piştgirîya xwe ya bi Komarîya Îslamê ya Îranê ku bi êrîşên wehşîyane ya sîyonîstên dijmin re rûbirû maye îlan dikin.”
Ebû Ubeyde destnîşan kir û bal kişand ku ev êrîş ji ber ku Îranê destekê daye gelê Filistînê hatîye lidarxistin.
Berdevkê Tûgayên Îzzeddîn El Qessam Ebû Ubeyde weha got:
“Ev êrîş, ji ber desteka mezin a ku Îranê daye gel û berxwedana bi rûmet a Filistînê hatîye lidarxistin. Em bi vê wesîleyê, serokên wan ên mezin û şehîdên wan ku di vê êrîşê de şehîd bûne bi rehmet yad dikin, sersaxîyên xwe pêşkêşî wan dikin.”
Ebû Ubeyde destnîşan kir ku, daxwazîya ziîfkirina cepheya berxwedanê ya rejima sîyonîstan xeyalekî ye:
“Heger sîyonîstên dijmin zen dikin ku ew ê bi van êrîşan cepheyên berxwedanê ziîf bikin an jî wan bikin nav rewşekî xerab bila zanibe ku di nav xeyalekî de ye. Berevajî, van xetayên stratejîk ên ku li pey hev têne kirin, bi îzna Xwedê, ew ê dawîya wî nêztir bike.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Endamê Buroya Sîyasî ya HAMASê Îzet er-Rişk tekez kir ku êrîşên mûşekî û bêmirov ên Îranê li dijî rejîma sîyonîst peyamek eşkere ye ji bo cepheya berxwedanê. Wî got: "Her kesê ku êrîş bike wê bedela wê bide."
Sefîrê rejima sîyonîst ê Emrîkayê Mike Huckabee got, “Li îsraîlê şevekî zor derbas bû, heta serê sibehê em pênc caran mecbûr man ku biçin sitargehan.”
Rêberê Şoreşa Îslamî ya Îranê, Ayetullah Xameneî, berîya Operasyona Wedê Sadiq a 3yemîn peyamek da: "Divê ew nefikirin ku wan êrîş kiriye û mesele qediya ye. Na, wan şer da destpêkirin. Em ê tu carî nehêlin ku ew piştî vê sûcê mezin bi hêsanî birevin."
Parlamenterê Mersînê yê HUDA PARê Faruk Dînç ku di çarçoveya Meşa Xezzeyê ya Cîhanî de li Misirê bû, di êrîşa hêzên ewlehiyê ya li dijî alîgirên Xezzeyê de ji serê xwe birîndar bû.