Efxenistan: Pakistanê li Xostê bombebaran kir, 9 zarok û jinek hatin kuştin
Berdevkê Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê Zebîhullah Mucahîd ragihand ku di êrîşa bombeyî ya hêzên Pakistanî de li ser maleke sivîlan li parêzgeha Xost Efxenistanê 10 kes mirin.
Zebîhullah Mucahîd diyar kir ku di êrîşê de 9 zarok û jinekê canê xwe ji dest dane û ragihand ku Pakistanê êrîşî wîlayetên Kunar û Paktîkayê jî kiriye û di van êrîşan de 4 sivîl birîndar bûne.
Ev êrîş piştî êrîşeke rojek berê ya li ser baregeheke Pasvanên Sînor li Pêşawar, Pakistanê pêk hat.
Ji meha Cotmehê ve hêzên Efxan û Pakistanî şer dikin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rûsyayê, bi îHA û fuzeyên aero-balîstîkî êrîşî Kîeva paytexya Ukraynayê kir. di encamê de zayîadek mezin derket û herî kêm 6 kes mirin.
Ajansa Alîkarî û Kar a Neteweyên Yekbûyî ji bo Penaberên Filistînî (UNRWA) tekez kir ku tevî agirbestê jî rewşa mirovî li Xezzeyê karesatbar e.
Rêxistina Koçber a Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî (IOM), destnîşan kir hejmarê mirovên ku ji bajara Faşîr û derdorê wîlayeta Darfura Bakur ê Sûdanê ji cîhê xwe bûne gihîştîye 106 hezar û 387 kesan.