El Cezîreyê agahî li ser leşkerên îşxalker ên di komkujiya Xezzeyê de beşdar bûne weşand

Di beşa xwe ya dawî de, bernameya "Ma Khafi A'zam" a televîzyona El Cezîreyê agahiyên deh hezaran leşkerên girêdayî hêza hewayî ya rejîma sîyonîst ku beşdarî qirkirina Xezzeyê bûne, bi raya giştî re parve kir.
Belgeyên ku hatine belavkirin her wiha çend cinayetên ku ji aliyê leşkerên rejîma sîyonîst ve li dijî sîvîlan hatine kirin eşkere kirin. Li gorî belgeyên ku ji teref El Cezîreyê ve hatine belavkirin, Tabûra 52emîn a Tûgaya Zirxî ya 401emîn a rejîma îşxalker û fermandarê wê Daniel Ayla ji ber kuştina keça Filistînî Hind Receb û malbata wê berpirsiyar têne dîtin.
Di belgeyan de her wiha agahî li ser bombebaran û wêrankirina berfireh a malên Filistîniyan ji teref artêşa rejîma îşxalker ve jî hebûn.
Êrîşên din ên ku ji aliyê leşkerên rejîma îşxalker ve hatine qedkirin ev in: bombebarankirin û wêrankirina tevahî ya gundê Huzai yê li rojhilatê Xan Yûnisê li başûrê Xezzeyê, hedefgirtina blokên niştecihbûnê yên li nêzî Nexweşxaneya Qudsê li taxa Tel el-Hawa ya bajarê Xezzeyê û teqandina Mizgefta el-Îslah û malên derdorê li taxa Zeytûnê. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ji ber boykotkirina cîhanî ya li dijî berhem û şîrketên rejîma îşxalker ên ku piştgiriyê didin îşxalê, gelek şîrketan karên xwe kêm kirine.
Hikûmeta Xezzeyê ragihand ku ji agirbesta di navbera Hamas û rejîma îşxalker de di 10ê Cotmehê de tenê 986 qamyonên alîkarîya mirovî derbasî Xezzeyê bûne, ev hejmar jî li gorî hejmara di peymana agirbestê de hatibû destnîşankirin pir kêmtir e.
Wezîrê Ragihandin a rejima sîyonîst Mîrî Regev, pêşnîyar ki rku bila cenazeyê şehîd Yahya Sînwar “were şewitandin”. Gotinên Regev, careke dinê zimanê nefret a rejima îşxalker anît ber çavan.