Wezîrê sîyonîst dîsa bi zimanê nefredê di rojevê de ye: Bila cesedê Sînwar were şewitandin

Wezîrê Ragihandin a rejima sîyonîst Mîrî Regev, pêşnîyar ki rku bila cenazeyê şehîd Yahya Sînwar “were şewitandin”. Gotinên Regev, careke dinê zimanê nefret a rejima îşxalker anît ber çavan.
Wezîrê Ragihandin a rejima sîyonîst Mîrî Regev,, di civîna kabîneya sîyonîstan de daxuyand ku bila cenazeyê şehîd serok Yahya Sînwar were şewitandin.
Di daxuyanîya ku di sîteya Kol Baramaya çapemenîya îşxalê de hatîye dayîn de Regev weha gotîye, “Min di kabîneyê de pêşnîyar da ku bila cesedê Sînwar jî weka ku Emrîkayîyan cesedê Usama Bîn Ladîn şewitandîye were şewitandin.” Encax tê zanîn ku cesedê Bîn Ladîn nehatibû şewitandin, ew ji behrê re hatibû avêtin.
Regev di berdewama gotinên xwe de weha got, “Bila îzîn neyê dayîn ku nîşanên ewakî ji nû ve vegerin. Ez naxwazim ku bila ceseda Sînwar were definkirin.”
Derheqê merhaleya duyemîn a agirbesta ku di navbera Hamas û rejima îşxalker de ketîye merîyetê de jî axivî û got, “Heta ku êsîrên dawîn neyên teslîmkirin ew ê merhaleya duyemîn a agirebestê destpê neke.” Regev, Hamasê jî bi “tetbîqnekirina peymanê” sûcdar kir.
Serokê şehîd Yahya Sînwar, di Cotmeha 2024an de li Refaha başûrê Xan Yûnisê di êrîşa hewayî ya rejima sîyonîstan de canê xwe ji dest dabû û şehîd ketibû. Îşxalkeran ji wê dîrokê vir ve red dikin ku cenazeyê Sînwar teslîm bikin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di beşa xwe ya dawî de, bernameya "Ma Khafi A'zam" a televîzyona El Cezîreyê agahiyên deh hezaran leşkerên girêdayî hêza hewayî ya rejîma sîyonîst ku beşdarî qirkirina Xezzeyê bûne, bi raya giştî re parve kir.
Ji ber boykotkirina cîhanî ya li dijî berhem û şîrketên rejîma îşxalker ên ku piştgiriyê didin îşxalê, gelek şîrketan karên xwe kêm kirine.
Hikûmeta Xezzeyê ragihand ku ji agirbesta di navbera Hamas û rejîma îşxalker de di 10ê Cotmehê de tenê 986 qamyonên alîkarîya mirovî derbasî Xezzeyê bûne, ev hejmar jî li gorî hejmara di peymana agirbestê de hatibû destnîşankirin pir kêmtir e.