Emerîka 7,4 mîlyar dolar desteka sîlehan da îşxalkeran
![Emerîka 7,4 mîlyar dolar desteka sîlehan da îşxalkeran Emerîka 7,4 mîlyar dolar desteka sîlehan da îşxalkeran](/img/NewsGallery/2025/2/8/441559/FeaturedImage/93910d3e-d48e-4177-8a45-623ac84b7a9a.webp)
Emerîka firotina mûşek, bombe û cebilxane bi bihayê 7,4 milyar dolarî bo siyonîstên îşxalker pejirand.
Reveberiya Emerikaye firotina 7,4 milyar dolar çek ji bo siyonisten îşxalker pejirand. Li gorî ragihandina Ajansa Berevanî, Ewlekarî û Hevkariyê ya Pentagonê ji Kongreyê re şandiye, Wezareta Derve bi fermî şandina mûşek û cebilxaneyan bo îşxalkeran bi awayekî fermî pesend pejirandiye.
Di çarçoveya firotinê de wê ji siyonîstên îşxalker re kategoriyên cûrbecûr çek û cebilxane ku di nav wan de 3 hezar fuzeyên AGM-114 Hellfire (660 milyon dolar), 2 hezar û 166 bombeyên piçûk, 2 hezar û 800 bombeyên giştî yên 500 kg û 13 hezar JAM hene, ji sîyonîstên îşxalker re bên dayîn.
Balê kişandî ye ku ev erêkirina firotina çekan di serdana Washingtonê ya qaşo Serokwezîrê îşxalkeran Benjamin Netanyahu de hat ragihandin. Ger Kongreya Emerîkayê di nava 15 rojan de îtîraz neke, wê pêvajoya firotinê bi awayekî fermî temam bibe. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di çarçoveya peymana pevguhertina êsîran a ku di navbera berxwedana Filistînê û siyonîstên îşxalker de hat kirin de 3 mehkûmên îşxalker bi bernameyeke organîze teslîmî tîmên Xaça Sor hatin kirin.
Di çarçoveya peymana agirbesta êsîran a ku navbeyna berxwedana Filistînê û îşxalkerên siyonîst ve hatibû kirin de 3 êsîrên îşxalker wê bên teslîmkirin.
Şerta aşîya Neisseria ji bo menenjîtê ku berê ji bo kesên ku dixwestin ji bo umreyê biçin Erebîstana Siûdî mecbûrî bû hate rakirin.