Emrîka: Em naxwazin Xezeyê birêve bibin
Wezîrê Derve yê Emrîkayê Marco Rubio diyar kir ku niyeta Emrîkayê tune ku Xezzeyê birêve bibe û peyman veguheztina vê axê bo desthilateke sivîl a Filistînî pêşbînî dike.
Rubio got, "îsraîlî naxwazin Xezzeyê birêve bibin, û em jî naxwazin. Ti welatekî din li Rojhilata Navîn vê yekê naxwaze," û da zanîn ku ev pêvajo dê wext bigire.
Rubio tekezî li ser pêwîstiya garantîkirina ewlehiyê di vê heyama navberê de kir û got ku ew li bendê ne ku civaka navneteweyî, bi taybetî Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî, biryarnameyekê qebûl bike ku piştgirîya bicihkirina hêzek ewlehiyê ya pirneteweyî li Xezzeyê bike.
Ev hêz dê muhtemelen ji leşkerên Misir, Qeter, Tirkîye û Emîrtiyên Erebî yên Yekbûyî pêk were û beşek ji plana Serokê Emrîkayê Donald Trump e ji bo bidawîanîna şerê li Xezzeyê.
Rubio îddîa kir ku şandina hêzên ewlehiyê yên navneteweyî dê hem gihandina alîkariyên mirovî hêsan bike û hem jî tesîra HAMASê kêm bike.
Karbidestên Amerîkî ragihandin ku ew li ser çareserkirina pirsgirêkan, bi taybetî di warê vegerandina termên şervanên berxwedanê yên li Refahê asê mane û leşkerên rejîma sîyonîst de, berdewam in.
Karbidestan gotin ku Xezze di rewşeke lawaz de hêna jî heye û ew bi hevkarên navneteweyî re rêya plana aştiyê didomînin.
Rubio her wiha got ku Emrîka plan nake ku li nêzîkî Xezzeyê baregeheke leşkerî ava bike, lê li şûna wê îhtîmalên baregeheke li başûrê deverên îşxalkirî dinirxîne ku dikare hêzeke îstîqrarê ya navneteweyî mazûvan bike. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Bi sedan sîyonîstên îşxalker, di bin parastina rejima îşxalker de, êrîşî Mescîda Eqsayê kirin û li hewşa wê merasîmek li dar xistin.
UNRWA ragihand ku di êrîşa du salan a rejîma îşxalker de, bi nêzîkbûna zivistanê bi deh hezaran malbat li Şerîda Xezzeyê neçar mane ku di konan de bijîn.
Li bajar û gundên başûrê Lubnanê, ku artêşa sîyonîst bi hewa û topên giran hedef girt, deverên sivîlan hatin bombebarankirin. Li derdora Meys el-Cebel û Hûlayê teqîn çêbûn.
Li gorî daneyên Navenda Agahdariyê ya Filistînî "Ma'ta", di 24 saetên dawî de li Şerîaya Rojava 22 çalakiyên berxwedanê pêk hatine. Gel bi kevir, kokteylên molotof û teqemeniyên destçêkirî bersiv daye îşxalkeran.