Emrîkaya îşxalker: Em ê di mehên pêş de hejmara leşkerên xwe yên li Sûrîyeyê daxînin binê 1000î
Wezareta Parastinê ya Emrîkayê (Pentagon) ragihand ku di mehên pêş de hejmara leşkerên li Sûrîyeyê dê ji hezarî kêmtir bibe.
Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji teref Berdevkê Pentagonê Sean Parnell ve hat dayîn de hat îddîakirin ku biryara kêmkirina leşkeran di çarçoveya "serkeftinên li dijî DAIŞê û nirxandinên leşkerî yên heyî" hatiye girtin.
Parnell ragihand ku Wezîrê Berevaniyê yê Emrîkayê ferman daye ku di çarçoveya Operasyona Çareseriyê - Hêza Wezîfeya Mişterek a Yekpare de li hinek xalan hêzên xwe li Sûrîyeyê kom bikin. Hat diyarkirin ku ev gav dê pêvajoya kêmkirina hebûna leşkerî ya Emrîkayê ya li qadê bileztir bike.
"Ev pêvajoyeke hişmendî û li gor şert û mercan e. Di mehên pêş de hebûna leşkerî ya Emrîkayê li Sûrîyeyê wê dakeve binê hezarî."
Yek ji xalên balkêş ên daxuyaniyê jî ew bû ku YPG/PKKya ku wek mutefîqê sereke yê Emrîkayê li meydanê tê naskirin û di daxuyaniyên berê yên Pentagonê da cih girtibû, vê carê rasterast behsa YPG/PKKyê nehat kirin. Ev rewş wek ku Tirkîye di bin tesîra zextên dîplomatîk ên li ser Emrîkayê de bi baldarî dest bi bikaranîna zimanê Washîngtonê kir, hat şîrovekirin. Parnell di daxuyaniya xwe de bi tenê gotina "hevkarên me yên koalîsyonê" bi kar anî.
Tê texmînkirin ku di navbera 900 û 2000 de leşkerên Emrîkayê li Sûrîyeyê hene.
Ev hêz di serî de li Hesekê û Dêrezorê li bakurê rojhilatê welat li gelek baregehên bi cih bûne.
Hebûna Emrîkayê ya li herêmê demek dirêj bû ku nakokî tê dîtin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Îranê li peravên Kendava Ummanê tankereke petrolê ya biyanî ku tê de 6 milyon lître sotemeniya dîzelê ya qaçax hatibû dîtin desteser kir. Hat ragihandin ku pergalên navîgasyonê yên tankerê hatine sekinandin.
Rejîma îşxalker îro serê sibê bi ser gelek deverên Şerîaya Rojava de girt û gelek kes desteser kir.
Nûnerê taybet ê Serokê Emrîkayê Donald Trump, Steve Witkoff, li Berlînê bi Zelenskî û rêberên Ewropî re dicive, wekî beşek ji hevdîtinên ku armanca wan bidawîanîna şerê li Ukraynayê ye. Lêbelê, paytextên Ewropî berî destpêkirina danûstandinan ji Washingtonê garantiyên ewlehiyê yên zelal dixwazin.
Piştî ku wesayîteke leşkerî li Suweydayê ji teref dronekê ve hate hedefgirtin, hêzên ewlehîyê yên Sûrîyeyê agirbest wekî îxlalkirin îlan kirin û peyama "bersiveke tund" dan komên çekdar.