Emrîkaya îşxalker sîvîlên Yemenê hedef girt

Hat ragihandin ku di encama hedefgirtina avahiyekî ji teref Emrîkayê ve li Sanaya paytexta Yemenê de 4 sivîl şehîd bûne û gelek sivîl jî birîndar bûne.
Televîzyona El-Mesîre ya girêdayî Tevgera Ensarullaha Yemenê ragihand: "Di êrîşa hewayî ya ku ji teref dijminên Emrîkayê ve li ser avahiyek li taxa Esr a paytext Sanayê hat kirin de, 4 sivîl hatin kuştin û gelek sivîl jî birîndar bûn."
Di raporê de hat ragihandin ku balafirên şer ên Emrîkayê her wiha êrîşî hinek deverên cuda yên bajarê Hudeyde yê Yemenê kirin.
Berîya niha jî di êrîşên hewayî yên Emrîka û Îngilîstanê yên li ser gelek bajaran ku Sanaya paytext jî di nav de ye, 79 kes şehîd bûbûn û 107 kes jî birîndar bibûn.
Tevgera Ensarullah di 7ê Adarê de bi daxuyaniyekê ragihandibû ku 4 roj mohlet dane rejîma îşxalker ku alîkarî derbasî Xezzeyê bibe, eger nebe ew ê operasyonên deryayî yên li dijî îsraîlê ji nû ve bidin destpêkirin.
Serokê Tevgera Ensarullah Ebdulmelik El-Hûsî diyar kir ku balafir û keştiyên şer ên Emrîkayê dê bibin hedefa Hûsiyan û heta êrîşên xwe bidomînin, astengkirina seyrûsefera behrê wê Washingtonê jî bigire nava xwe. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Tevgera Ensarullahê Yemenê daxuyand ku ew Balafirgeha Ben Guriona ku li Yafaya îşxalkirîye bi fuzeyên hîpersonîk ên bi navê “Zu’lfîqar” û “Filistîn-2”yan hedef girtin. Ji keştîya balafiran a Emrîkayê ya bi navê “Truman”ê re jî li Behra Sor bi fuze û îhayan operasyonek li dar xistin.
Artêşa qaşo yê rejima îşxalker a sîyonîst di nav 24 seatên dawîn de li herêmên cuda yên Xezzeyê êrîşan pêk anît, di encama êrîşên asîmanî de pîrek û zarok jî di nav de herî kêm 60 kesan şehîd kir, gelek kesan jî birîndar kir.
Komeleya Avrûpa Yetîm Elî, di çarçoveya xebatên alîkarîya însanî ya ku li Burundîyê li dar dixe de, bi tevî desteka xêrxwazan ji bi sedan malbatan re alîkarîya neqdî kir.
Li Girava Başûr a Zelandaya Nû, di mezinahîya 6,7an de erdhejek pêk hat.