Emrîkayê li dijî Îranê êrîşan pêk anît
Tê gotin ku çend saet piştî tehdîdên nû yên Donald Trump a li dijî Îranê, Emrîkayê êrîşek li dijî Îranê da destpêkirinê.
Rayedarekî Amerîkî diyar kir ku hedefên leşkerî yên Îranê yên li dora Tengava Hurmuzê hatine lêdan, di heman demê de medyaya Îranê ragihand ku li bajarên Bender Ebas û Sirik dengê teqînan hatiye.
Rayedarekî ku ji Axios a li Emrîkayê re axivî got ku êrîşan radarên peravê, cihên avêtina mûşekên dijî-keştî û pergalên parastina hewayî yên girêdayî Pasdarên Şoreşa Îranê kirine hedef.
Ev êrîş piştî daxuyaniyên Serokê Emrîkayê Donald Trump ên derbarê Îranê de hat kirin. Trump îddîa kiribû ku Emrîkayê artêşa Îranê "wêran kiriye" û 59 keştî noq kiriye, û gotibû ku şerê li dijî Îranê ji aliyê leşkerî ve "serkeftî" ye.
Trump her wiha diyar kir ku ew ê nehêlin Îran çekên nukleerî bi dest bixe û got, "Em ê tehemûl nekin ku yên dîn çekên nukleerî hebin." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Tûgayên Qassam, baskê leşkerî yê Hamasê, dîmenên pevçûnên li dijî îşxalkeran li taxa Şêx Ridwan a bakurê rojavayê bajarê Xezzeyê weşand. Dîmen têkoşîn, amadekariyên berxwedanê û wesiyeta dawî ya fermandarê meydanî Yusuf el-Nunu, ku di pevçûnan de şehîd bû, nîşan dide.
Perçeyên balafireke barhilgir a Boeing 737 a K2 Airways ku li peravên Pakistanê ji radarê winda bûbû, li binê behrê hatin dîtin. Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê ji bo dîtina pênc kesên ekîba wê berdewam dikin.
Li Iraqê, nîqaşên li ser pêwîstiya ku çek bi tenê di bin kontrola dewletê de bin, dîsa gur bûne. Analîz nîşan didin ku ev daxwazek demdirêj e ku hem ewlehiya navxweyî û hem jî serweriya hiqûqê dihewîne, û ev daxwaz di demên dawî de ji ber zêdebûna zexta navneteweyî ketiye rojevê.
Piştî êrîşên dawî yên Emrîkayê li ser peravên başûrê Îranê, hêzên çekdar ên Îranê li seranserê Kendavê operasyonên tolhildanê dan destpêkirin.