Meclisa Mizgefta Endonezyayê plan dike ji bona ku gelê Xezzeyê dikaribin nimêja xwe bikin ew ê 100 mizgeftên nû ava bike. Di merhaleya ewil de tê armanckirin ku 10 mizgeftên demkî bên avakirin.
Meclisa Îdareya Mizgefta Endonezyayê ji bo ku li Xezzeyê 100 mizgeft bên çêkirin çalakî li dar xist. Serokê Encûmenê û cîgirê serokê berê yê Endonezyayê Mohamed Yusuf Kalla got ku proje berîya meha Remezanê wekî hewcedariyeke lezgîn hatîye dîtin.
Kalla got, "Par li Xezzeyê ji ber êrîşên îsraîlê zêdeyî hezar mizgeft hatin xerakirin. Em wek civaka Endonezyayê dixwazin vê rewşê ji dinyayê ra ragihînin û piştgiriyê bidin."
Di merhaleya ewil de dê 10 mizgeftên demkî bên avakirin û piştre hejmara mizgeftên herêmê dê bibe 100. Tê texmînkirin ku Mislimanên li Endonezyayê bi zekat û sedeqa xwe beşdarî projeyê bibin.
Kalla diyar kir ku li Xezzeyê bi rayedaran re koordînasyon hat avakirin û weha got, "Me diyar kir ku dê pêvajoya înşaetê çawa bê kirin û dest bi amadekariyên pêwîst kirin." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Andonîo Guterres, îfade kir ku divê ji Xezzeyê 2 hezar û 500 zarok bi acîlî bêne tehlîyekirin.
Li Ugandayê xebatkarek tenduristiyê ji ber vîrûsa Ebola mir.
Di encama operasyonên ku li herêmên Gara, “Kahnîya Aştî û Mertala Firatê” hatin lidarxistin de 13 PKK/YPGyî hatin kuştin.