Ensarullah bersiva daxuyaniyên li ser Mekkeyê dide: Hedefa me ne cihên pîroz in
Tevgera Ensarullahê tohmetên Erebistana Siûdî yên ku dibêjin Yemen Mekkeyê hedef digire red kir û diyar kir ku operasyonên wan tesîsên petrolê û baregehên leşkerî yên dûrî cihên pîroz hedef girtine.
Tevgera Ensarullah, piştî êrîşên Erebistana Siûdî yên li ser Yemenê, di daxuyaniyekê de bertek nîşanî tohmetên ku dibêjin Yemen Mekkeyê hedef digire da.
Tevgerê tohmetên ku dibêjin di dema êrîşên berdewam ên li ser Yemenê de Mekke hedef digire red kirin û diyar kir ku operasyonên wê li dijî tesîsên petrolê û baregehên leşkerî yên dûrî cihên pîroz in.
Balafireke şer a F-15 ket xwarê
Ensarullah di daxuyaniyekê de got ku balafireke şer a F-15 a Erebistana Siûdî dema ku li ser sînorê Maribê "çalakiyeke dijminane" dikir, bi mûşekeke erd-hewayî ya xwemalî hate xistin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku piştî ku balafir hat xistin, du komên balafirên şer ên Siûdî li ezmanên Maribê ji bo lêgerîna bermahiyên balafirê operasyon pêk anîn û ev balafir bi mûşekên xwemalî hatin hedefgirtin û neçar man ku ji herêmê vekişin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Veguhestina behrê li Tengava Hurmuzê, ku şerê di navbera Komara Îslamî ya Îran û Emrîkayê de berdewam dike, dîsa kêm bûye. Hat ragihandin ku di 15ê Îlonê de tenê 3 keştî ji tengavê derbas bûne.
Hat îfadekirin ku ji ber hilweşîna madena zêran a li herêma Kordofan a Rojava herî kêm 60 kesan canê xwe ji dest dan, xebatên lêgerînê berdewam dikin.
Beşek muhîm a înşaeta “Projeya Nexweşxaneya Sehra Al Cela” ku ji teref Weqfa Êtîman ve li Xezzeyê hat destpêkirin temam bû.