Ensarullahê Yemenê, daxuyand ku ew di çend operayonên ku li Behra Sor li dar xistine de bi fuze û balafirên bêînsan yê hewayê ve USS Harry S. Trumana koma keştîya balafirê ya Emrîkayê hedef girtine, hat îfadekirin ku di operasyonê de balafireke herbê ya ji tîpa F/A-18ê jî xistine xwarê.
Berdevkê hêzên çekdarî yê Ensarûllahê Yahya Serî destnîşan kir, di Behra Sor de gelek operasyon li dijî hêzên Emrîkayê li dar xistin.
Serî di daxuyanîya xwe de weha got, “Hêzên Yemenê nehişt ku hêzên Emrîka û Îngîltereyê bi keştîyên balafirên şer êrîşê Yemenê bikin.”
Serî derheqê balafira şer a Emrîkayê de jî axivî û got, “Koma keştîya teyareyên şer bi 8 fûzeyan û 17 wesayîtên hewayî yên bê mirov hedef girtine. Dema hêzên Emrîkayê berxwedane, teyareya bi navê F-18 xistine xwarê. Paşê hemû balafirên şer ên Emrîkayê herêma Behra Sor a sahaya hewayî ya Yemenê terk kirine.”
Serî di berdewama daxuyanîya xwe de weha îfade kir, “Di rojên pêşîya me de emê zêdetir li ber ehmeqtiya Emrîka, Îngîltere û îsraîlê berxwe bidin û li hember wan operasyonan li dar bixin. Heta ku êrîşên li ser Xezzeyê bi dawî nebin, emê operasyonên xwe yên li dijî wan bidomînin.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Tûgayên Qessam ragihand ku li taxa Beyt Lahîya Xezzeyê li malekê 3 leşkeran bi kêrê kuştine û leşkerên dinê jî bêbandor kirine û piştre jî girtiyên di malê de rizgar kirine.
Wezareta Tenduristîya Giştî ya Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê kampanyaya derzîlêdanê ya sê rojan ragihand ku bi mebesta parastina 4,8 mîlyon zarokên di binê pênc salî de ji vîrusa felcetê ye.
Di qirkirina ku ji 7ê Cotmehê vir ve ji teref sîyonîstên îşxalker ve li Xezzeyê hat kirin de hejmara şehîdan derket 45 hezar û 317an û hejmara birîndaran jî derket 107 hezar û 713an.
Di êrîşên rejima îşxalker ên li dijî Refah û Xan Yûnisê de herî kêm 3 kes şehîd bûn.