Ensarullah: daxuyand ku ew keştîyekî dinê jî hedef girtine

Ensarullahê li Yemenê, daxuyand ku ew keştîyekî bi navê ETERNITY C ku ber bi Bendera Ummu’r-Reşraş a Filistîna îşxalkirî ve diçû bi bombeyan hedef girtine, di encamê de keştî bin av bûye.
Berdevkê Ensarullahê Yahya Serî, derheqê hedefgirtine keşrîya bi navê ETERNITY C ya ji teref Hêzên Çekdar yê Yemenê ve de agahîyan da.
Serî di daxuyanîya xwe de weha got:
“Fermandariya Hêzên Behrê yên Hêzên Çekdar ên Yemenê, ji bo piştgiriya mucahîdên qehreman û serkeftina li dijî zilma li ser gelê Filistînê, keştiya ETERNITY C ku ber bi Bendera Ummu’r-Reşreş a li Filistîna îşxalkirî ve diçû, hedef girt.
Ev operasyon bi qeyikeke teqemenî ya bêmirov û şeş mûşekên krûz û balîstîk hate kirin.
Di encamê de, keştî bi temamî bin av bû. Operasyon bi deng û vîdeoyan hate belgekirin.
Piştî operasyonê, yekîneyên hêzên taybet ên girêdayî Hêzên Behrê ji bo rizgarkirina hinek endamên ekîba keştiyê, dabînkirina lênihêrîna tendurstî û veguhestina wan ji bo deverek ewle çalakî pêk anîn.
Armancgirtina vê keştiyê piştî wê yekê pêk hat ku keştî û şîrketa wê, tevî hişyariyên berê, têkiliyên bazirganî bi Ummu’r-Reşraş a îşxalkirî re ji nû ve dest pê kirin û bang û hişyariyên Hêzên Behrê yên Yemenê red kirin. Ev yek bi eşkere biryara qedexekirina têkiliyê bi benderê re îxlal dike.
Hêzên Çekdar ên Yemenê bi eşkereyî ragihandine ku ew ê li Behra Sor û Ummanê li ser astengkirina keştîyên îsraîlê berdewam bikin. Em hişyariya xwe ji bo hemû şîrketên ku bi benderên Filistînî yên îşxalkirî re karsaziyê dikin dubare dikin: Keştî û ekîbên we dê li her deverê ku hêzên me yên çekdar bigihîjin wan bibin hedef. Ev bêyî ku keştî bigihîjin cihê ku ew diçin derbasdar e.
Ji bo ewlehiya keştî û ekîbên we, em careke din bi tundî şîrket û dewletan hişyar dikin ku bi rejîma siyonîst re tu têkiliyên bazirganî nekin û keştîyên xwe neşînin benderên Filistînî yên îşxalkirî.
Armanca vê helwestê ew e ku dijminê sîyonîst û piştgirên wî neçar bikin ku dorpêça li ser birayên me yên li Xezzeyê rakin, êrîşên li dijî wan rawestînin û qirkirina ku li ber çavên raya giştî ya cîhanê berdewam dike bi dawî bikin.
Em bi biryar in ku operasyonên xwe yên leşkerî ji bo piştgiriya gelê Filistînî yê bindest û berxwedana wî ya qehremanî û bi rûmet bidomînin. Ev piştgirî dê heta ku êrîşên li ser Xezzeyê bi dawî bibin û dorpêç were rakirin, berdewam bike.
Xwedê ji me re bes e. Çi parêzvanekî hêja, çi alîkarekî hêja û çi piştgirekî hêja ye.”
Ensarullah a li Yemenê ragihand ku wan keştiyek aîdî şîrketek ku qedexeya ketina benderên îşxalkirî îxlal kiribû hedef girt û binav kir. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Çeteyên çekdar ên Cihûyî êrîşî bajarokê Sincilê yê li bakurê Ramallahê kirin û du Filistînîyên 23 salî kuştin. Kenê li ser rûyê Mihemed El Şelbî, ku cenazeyê wî piştî çend seatan hate dîtin, berxwedana adil a gelê Filistînê nîşan da.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Erakçî, got ku bernameya wan a nukleerî armancekî aştîyane di nav xwe de dihewîne û di çarçoveya Peymana Pêşgirtina Belavbûna Çekên Nukleerî (NPT) de tê meşandin.
Balafirên herbê yên sîyonîstan li bakur, orte û başûrê Xezzeyê êrîşên asîmanî pêk anîtin. Di encama van êrîşan de herî kêm 48 kes şehîd bûn. Îşxalkeran di vê êrîşê de çadiran, herêmên ku sîvîl lê dicivin û xanîyan hedef girt.
Baranên musonê ku li Pakistanê dibare bû sedema lehîyê, di encama lehîyê de heta niha 98 kes mirin, birîndar jî gihîştin 185 kesan.