Ensarullah: daxuyand ku ew keştîyekî dinê jî hedef girtine

Ensarullahê li Yemenê, daxuyand ku ew keştîyekî bi navê ETERNITY C ku ber bi Bendera Ummu’r-Reşraş a Filistîna îşxalkirî ve diçû bi bombeyan hedef girtine, di encamê de keştî bin av bûye.
Berdevkê Ensarullahê Yahya Serî, derheqê hedefgirtine keşrîya bi navê ETERNITY C ya ji teref Hêzên Çekdar yê Yemenê ve de agahîyan da.
Serî di daxuyanîya xwe de weha got:
“Fermandariya Hêzên Behrê yên Hêzên Çekdar ên Yemenê, ji bo piştgiriya mucahîdên qehreman û serkeftina li dijî zilma li ser gelê Filistînê, keştiya ETERNITY C ku ber bi Bendera Ummu’r-Reşreş a li Filistîna îşxalkirî ve diçû, hedef girt.
Ev operasyon bi qeyikeke teqemenî ya bêmirov û şeş mûşekên krûz û balîstîk hate kirin.
Di encamê de, keştî bi temamî bin av bû. Operasyon bi deng û vîdeoyan hate belgekirin.
Piştî operasyonê, yekîneyên hêzên taybet ên girêdayî Hêzên Behrê ji bo rizgarkirina hinek endamên ekîba keştiyê, dabînkirina lênihêrîna tendurstî û veguhestina wan ji bo deverek ewle çalakî pêk anîn.
Armancgirtina vê keştiyê piştî wê yekê pêk hat ku keştî û şîrketa wê, tevî hişyariyên berê, têkiliyên bazirganî bi Ummu’r-Reşraş a îşxalkirî re ji nû ve dest pê kirin û bang û hişyariyên Hêzên Behrê yên Yemenê red kirin. Ev yek bi eşkere biryara qedexekirina têkiliyê bi benderê re îxlal dike.
Hêzên Çekdar ên Yemenê bi eşkereyî ragihandine ku ew ê li Behra Sor û Ummanê li ser astengkirina keştîyên îsraîlê berdewam bikin. Em hişyariya xwe ji bo hemû şîrketên ku bi benderên Filistînî yên îşxalkirî re karsaziyê dikin dubare dikin: Keştî û ekîbên we dê li her deverê ku hêzên me yên çekdar bigihîjin wan bibin hedef. Ev bêyî ku keştî bigihîjin cihê ku ew diçin derbasdar e.
Ji bo ewlehiya keştî û ekîbên we, em careke din bi tundî şîrket û dewletan hişyar dikin ku bi rejîma siyonîst re tu têkiliyên bazirganî nekin û keştîyên xwe neşînin benderên Filistînî yên îşxalkirî.
Armanca vê helwestê ew e ku dijminê sîyonîst û piştgirên wî neçar bikin ku dorpêça li ser birayên me yên li Xezzeyê rakin, êrîşên li dijî wan rawestînin û qirkirina ku li ber çavên raya giştî ya cîhanê berdewam dike bi dawî bikin.
Em bi biryar in ku operasyonên xwe yên leşkerî ji bo piştgiriya gelê Filistînî yê bindest û berxwedana wî ya qehremanî û bi rûmet bidomînin. Ev piştgirî dê heta ku êrîşên li ser Xezzeyê bi dawî bibin û dorpêç were rakirin, berdewam bike.
Xwedê ji me re bes e. Çi parêzvanekî hêja, çi alîkarekî hêja û çi piştgirekî hêja ye.”
Ensarullah a li Yemenê ragihand ku wan keştiyek aîdî şîrketek ku qedexeya ketina benderên îşxalkirî îxlal kiribû hedef girt û binav kir. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hamasê diyar kir ku qaşo serokwezîrê rejîma sîyonîst, Benyamin Netanyahu, bi zanebûn peymana danûstandina berfireh sabote kiriye û berdewamiya êrîşan li ser gelê Xezzeyê pêk anîtîye. Tevgerê tekez kir ku danûstandinên berpirsiyar ji bo agirbestek daîmî û danûstandina êsîrên hevbeş berdewam dikin.
Li Şerîaya Rojava berxwedana li dijî îşxalkeran berdewam dike. Di 24 saetên dawî de di 15 xwepêşandanên cuda de siyonîstek hat kuştin û çar leşker jî birîndar bûn.
Li gorî agahîyan, di çarçoveya pêvajoya bêçekkirina PKKê de, komek endamên PKKê li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê çekên xwe şewitandin.
Endamê Buroya Sîyasî ya HAMASê Îzzet el-Rişk soza Tûgayên Qessam a "Em ê heybeta artêşa we hilweşînin" daye bi bîr xist û bi wêneyekî sembolîk ku li ser medyaya civakî belav bûye, cudahiya di navbera tirsonekiya îşxalkeran û esaletê berxwedanê de destnîşan kiriye.