Tevgera Ensarullahê ya Yemenê, diyar kir ku ew keştîya balafirê û du destroyerên aîdê donanmaya Emrîkayê ku li Behra Ummanê û Behra Sor in hedef girt.
Tevgera Ensarullahê, piştî êrîşên li dijî Xezzeyê operasyonên xwe yên li dijî sîyonîstan û Emrîkaya îşxalker didomîne.
Berdevkê Tevgera Ensarullahê Yemenê Yahya Serî, destnîşan kir ku ew keştîya balafirê ya USS Abraham Lincoln ku aîdê Emrîkayê ye bi fuzeyên plankirî û ÎHAyan hedef girtin.
Serî, destnîşan kir ku ew xeyn ji vê operasyonê 2 destroyerên aîdê Emrîkayê jî bi fuzeyên balîstîkî û balafirên bêînsan yê hewayê ve hedef girtine.
Yahya Serî destnîşan kir ku heta êrîşên li ser Xezze û Libnanê neyên sekinandin ew ê nesekinin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di êrîşa li dijî gundê Bu Kemala nêzê sînora Iraqê ya artêşa Emrîkaya îşxalker li rojhilata Sûrîyeyê de herî kêm 5 kesan canê xwe ji dest dan.
Di operayona bi roketî ya Hîzbullahê ku li bajara Naharîya axên îşxalkirî li dar xist de 2 sîyonîst mirin.
Balafira ku ji Buenos Aires Lufthansayê diçû Frankfurtê di encama turbulanseke bi şîddet de 11 kesan birîndar bûn.