Di operayona bi roketî ya Hîzbullahê ku li bajara Naharîya axên îşxalkirî li dar xist de 2 sîyonîst mirin.
Êrîşên artêşa qaşo yê rejîma îşxalker a li ser Libnanê hem ji hewayê hem jî ji bejahîyê berdewam dike, Hîzbullahê jî operasyonên xwe didomîne.
Hîzbullah, ji Naharîyayê re bi roketan operasyon li dar xist, di encamê de 2 îşxalker mirin.
Xeyn ji vê operasyonê li gorî xeberên ku di çapemenîya îşxalê de derbas dibe, artêşa qaşo yê rejîma îşxalker di êrîşên xwe yên bejahî ya li dijî başûrê Libnanê de derbasî merhaleya duyemîn bûye.
Di xebera ku li rojnameya Maarîvê derbas bûye de weha hat gotin, “Artêş, li başûrê Libnanê di êrîşên bejahîyê de dest bi merhaleya duyemîn kir û Tûmena 36emîn jî li alîyê xeta parastina duyemîn a Hîzbullahê dest bi menewrayê kir.”
Xeber weha berdewam kir, “armanca merhaleya duyemîn eve ku bila di çareserîya li Libnanê de derheqê mizakereyan de di her warî de ji Hîzbullahê re zext bê kirin.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Tevgera Ensarullahê ya Yemenê, diyar kir ku ew keştîya balafirê û du destroyerên aîdê donanmaya Emrîkayê ku li Behra Ummanê û Behra Sor in hedef girt.
Balafira ku ji Buenos Aires Lufthansayê diçû Frankfurtê di encama turbulanseke bi şîddet de 11 kesan birîndar bûn.
Li herêma Gilgit Baltistan Pakistanê otobûseke rêwîyan ket nav çem, di encama qezayê de 18 kesan canê xwe ji dest dan.