Ensarullah: Me Balafirgeha Ben Gurionê bi fuzeyên “Filistîn-2”yan hedef girt

Hêzên Çekdar yê Ensarullahê Yemenê, diyar kir ku ew li dijî Balafirgeha Ben Gurionê bi fuzeyên hîpersonîk a ji tîpa “Filistîn-2”yan operasyonek li dar xistin.
Berdevkê Ensarullahê Yahya Serî, diyar kir ku ew vê operasyonê ji bona ku ji zilma berxwedêrên qehreman û gelê Filistînê û xûşk û birayên li Xezzeyê ku dûçarê zilma sîyonîstê dijmin dibin wek bersivekî li dar xistine.
Serî weha got, “Di vê çarçoveyê de, ji Balafirgeha Ben Gurion (Lod) a ku li herêma Yafa (Tek Avîv)a îşxalkirîye re, bi fuzeyên hîpersonîk a ji tîpa ‘Filistîn-2’yê operasyonek li dar xist. Operasyon bi alîkarîya Xwedê bi serfirazî gihîştîye armanca xwe, ji ber vê operasyon bi milyonan sîyonîstên xespker xwe avêtin sitargehan. Û trafîka balafirgehê hatîye sekinandin.”
Serî bal kişand ku Yemen bi gel, rêberî û artêşa xwe re li kêleka xûşk û birayên xwe yên Filistînî yên bindest û birçî dimîne, piştgirîya berxwedana wan a qehremanî dike û helwesta wan a bênavber xurt dike, ji ber ku gelê Filistînê bi tena serê xwe û bê piştgirî li dijî van dorpêç û êrîşan şer dike.
Serî weha got, "Heta ku dorpêça li ser Xezzeyê were rakirin û êrîş bi dawî bibin, operasyonên me dê berdewam bikin." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokê Emrîkayê Donald Trump, ji daxuyanîyên Serokê berê yê Dewleta Rûsyayê Dmitriy Medvedev re bertek nîşan da û got ku ew emir daye, “Du binavên nukleerî bişînin herêmên munasîb.”
Li peravên rojhilata Emrîkayê ji ber barîna zêde, li New York û New Jerseyê rewşa awarte hat îlankirin.
Ji Xezzeya ku divê rojane 800 qamyon bikeve hindir re, tenê qasî 5 qamyonan alîkarî ji hewayê hat şandin, ev jî bû sedema nerazîbûnê.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 60 hezar û 332an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 147 hezar û 743 kesan.