Erebîstana Siûdî îddîayên Donald Trump ê, “Erebîstana Siûdî ji bo normalbûna bi rejîma siyonîst re dev ji şerta avakirina dewleta Filistînê qerîyan” derewand.
Wezareta Karên Derve yê Erebîstana Siûdî di daxuyaniya belavkir de gotheya dewleta Filistînê ava neve ew têkilîyên xwe bi rejîma îşxalker re çênakin, helwesta Qraliyetê ya derheqê vê mijarê de neguher e û bal kişad “ev ne tabi’ê muzakere û teklîfan e.”
Di daxuyaniyê de hat gotin, Muhemmed bîn Selmanê Prens bal dikşîne û dibêje, “Ji bo avakirina dewleteke Filistînî ya serbixwe ku Qudsa Rojhilat wek paytexta wê ye, bi xîret dest ji xebata xwe bernade, bêyî ku ev çêbibe wê bi îsraîlê re têkiliyên dîplomatîk saz neke.
Beriya niha ji rêveberiya berê ya Emerîkayê û rêveberiya niha re eşkere bû ku ev helwesta teqez a Qraliyetê ne mijara muzakere û teklîfan e û heta ku gelê Filistînê mafên xwe yên rewa li gorî biryarên rewatiya navneteweyî bi dest nexe, aştiyeke mayînde û dadperwer pêk nayê.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Donald Trumpê Serokê Emrîkayê bi Netenyahûyê qaşo Serokwezîrê rejîma îşxalker re civîna hevpar a çapemenîyê lidarxist.
Rayedarên HAMASê bertek nîşanî gotinên Donald Trumpê Serokê Emrîkayê yê derheqê plana tehcîrkirina gelê Xezzeyê dan û bal kişandin ku gelê ku tevî qetlîamên îşxalkeran a 15 mehan cihê xwe terk nekirine wê ev planan jî pûç bikin.
Wezarete Edaleta Emrîkayê, daxuyand ku di bin navê micadeleya bi alîgirên Filistîn û antîsemîtîzmê de hêzekî wezîfeyê saz dikin.