Firotinên Starbucksê ji ber boykotê kêm bû: Banga desteka ji Filistînê re tesîra xwe nîşan dide

Starbucksa ku navenda wî li Emrîkayê ye, ji ber êrîşên rejima îşxalker a li dijî Xezzeyê li çar alîyê cîhanê tê boykotkirin, kampanyaya boykotê tesîra xwe nîşan da, firotinên şîrketê ketin xwarê, hindik bû. Raporên fînansî ya aîdê çareka duyemîn a sala malî ya 2025an a şîrketê, nîşan dide ku di firotinên kûrewî de ji sedî 1 kêmbûnek heye.
Qezenca Starbucksê, di sê mehên dawîn ên ku di 30yê Adarê de dawî bûbû li gorî heman mehên sala borî ji sedî 2 zêde bûbû û derketibû 8,76 milyar dolarî lê kara şîrketê ji sedî 50,3 kêm bû û ket binê 384,2 milyar dolarî.
CEOyê şîrketê Brian Niccol, destnîşan kir ku digel kêmbûnên ku çêdibin dîsa jî bi navê "Back to Starbucks" stratejîyek derxistibûn holê û ew stratejîya wan baş derbas dibe. Encax analîstman û vebêrhêneran bal dikşînin ku boykot li ser performansa şîrketê bi xerabî tesîrdar kirîye.
Boykotên ku tên kirin di qîmeta pîyasaya Starbucksê de windahîyên ciddî pêk tîne. Hîsseyên şîrketê, di Kanûna 2023yan de 12 milyar dolar winda kiribû. Ev rewş jî tesîra kampanyaya ku bi etîketa #boycottstarbucksê hatibû destpêkirin nîşan dide.
Starbucks, îddîayên ku ew rasterast destekê dide rejima sîyonîst red dike, lê sendîkaya şîrketê Starbucks Workers United ji Filistînê peyamên destekê dabû û şîrket jê re bertek nîşan dabû, ev jî di raya giştî de bûbû sedema bertekan. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 52 hezar û 418an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 118 hezar û 91 kesan.
Karwana Hêviyê ji bo vekirina Navenda Diyalîzê ya Hind El Duğma, ku ji ber rejîma dagirker bêkêr bûbû, dest bi xebatên temîrkirinê kir.
Li Fîlîpînanê pênc wesayît li hev qelibîn, di encama qezayê de şeş jê zarok 12 kesan canê xwe ji dest dan, 30 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku agirê daristanan ê ku li herêma çiyayî ya Qudsa îşxalkirî derketiye hêna jî nehatiye kontrolkirin.