Gelê Xezzeyê piştgiriyek mezin ji bo "Karwana Sedsalê" nîşan dide

Eşîr û gelê Xezzeyê bi evîn û spasdarîyê Fîloya Berxwedana Cîhanî, ku wekî "Karwana Sedsalê" dihat binavkirin, hembêz kirin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Xezzeyê ne bi tenê ye; dil û malên me ji bo rêya azadan vekirî ne."
Eşîr û beşên nifûsa li Xezzeyê bi coş piştgirî dan Fîloya Berxwedana Cîhanî ya ku ji bo şikandina dorpêçê dest bi xebatê kir.
Yekîtiya Eşîrên Xezzeyê daxuyaniyek weşand û got, "Ev karwana pîroz bi îradeya azadan dimeşe. Xezzeyê bi tenê nîne. Mal, kon û dilên me ji bo hemî mêr û jinên azad ên ku di vê rêwîtîya pîroz de dest pê dikin vekirî ne."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev înîsîyatîf ronahîyek hêvîyê ye ku her zarok û dayîkek li Xezzeyê li bendê ye û hat gotin, "Ev gav nîşan dide ku dengê me gihîştiye wijdanê cîhanê."
Ji xelkê Xezzeyê hat xwestin ku bi tundî piştgiriya xwe ji bo karwanê nîşan bidin û gotin, "Werin em hemû spasîya xwe ji van qehremanên ku ber bi Xezzeyê ve çûn re nîşan bidin."
Fîloya Berxwedana Cîhanî ji bona ku dorpêça ku bi salan e ji teref rejîma sîyonîst ve hatiye ferzkirin bişkîne ji Behra Spî derket rê. Di nav fîloyê de aktîvîstên ji çar aliyên cîhanê hene. Li beravên Îtalyayê, tê texmînkirin ku bi dehan aktîvîst û keştîyên nû yên ku bi tonan alîkariyên mirovî hildigirin tevlî fîloyê bibin.
Bi vî awayî, ev tevger, yek ji mezintirîn înîsiyatîfên cîhanî ye ku bi rêya behrê li ser navê hevgirtina mirovan tê kirin, bêdengiya siyaseta navneteweyî dişkîne û wijdanê kolektîf ê mirovahiyê eşkere dike. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li bakurê Sûdanê di hilweşîna madena zêr de herî kêm şeş kes mirin, û tê gotin ku nêzîkî 20 kes jî li benda rizgarkirina ji bin kavilan in.
Hikûmeta Xezzeyê ragihand ku bombebarana avahiyên bilind ên ji teref rejîma îşxalker ve bûye sedema koçberbûna bi sed hezaran sîvîlan û li gorî qanûnên navneteweyî bi awayekî eşkere "sûcekî şer" e.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, Serokê Emrîkayê Donald Trump bi rêya navnîşana e-nameya xwe peyamek ji alîgirên xwe re şandiye û daxwaza bexşandina 15 dolarî kiriye û îddia kiriye ku ew kesê bijartî ye.
Di êrîşa ku di seatên serê sibehê de li Kampa Şatîllayê hat lidarxistin de pênc kes şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.