Generalê Îranî Safewî hişyarî da: Agirbest merhaleyeke şerê ye

Serfermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îranê, General Yehya Rehîm Safewî, diyar kir ku îhtîmala destpêkirina şerekî nû heye û divê kapasîteya êrîşê li dijî senaryoyên herî xirab were xurtkirin.
Safewî di daxuyaniyek çapemeniyê de diyar kir ku welat di rewşa agirbestê de nîne lê "di merhaleya şer de" ye.
Safewî tekez kir ku tu protokol an peymanek nivîskî bi rejîma îşxalker a sîyonîst an Emrîkayê re tune ye ku tê de were gotin ku agirbest dikare her dem hilweşe. Safewî tekez kir ku Washington û Tel Aviv hewl didin ku bi zorê aştiyê bi dest bixin, û destnîşan kir ku divê Îran hem li herêmê û hem jî li cîhanê bihêz be.
Safewî, destnîşan kir ku berpirsên leşkerî senaryoyên herî xirab amade dikin û planên tedbîrên dijber pêş dixin, diyar kir ku divê hem pergalên parastinê û hem jî stratejiyên êrîşê werin xurtkirin. Wî rave kir ku ev amadekarî deverên dîplomatîk, medyayî, sîber, mûşek û wesayîtên hewayî yên bêmirov (UAV) jî dihewîne û got, "Rêya herî baş a parastinê êrîş e. Amadekariya ji bo şer rêya herî bibandor a bidestxistina aştiyê ye." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ji teref artêşa rejima sîyonîst ve li Xezzeyê êrîşên nû hatin lidarxistin, di encama wan êrîşan de 7 jê li hewşa nexweşxaneyê tev de 32 Filistînî şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.
Tevgera Ensarullahê Yemenê, daxuyand ku ew bi fuzeyên hîpersonîkê li dijî Balafirgeha Ben Guriona li Tel Avîvê operasyonek li dar xistin.
Di felaketa lehî ya ku li Pakistanê piştî baraneke dijwar pêk hat de 645 kesan canê xwe ji dest dan.