Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê HAMASê derheqê peymana agirbestê ya li Xezzeyê hat qebûlkirin da weha got: "Peymana rawestandina êrîşa li ser Xezzeyê serkeftina gelê me, berxwedana me, ummeta me û gelên azadîxwaz ên cîhanê ye."
HAMASê derheqê peymana agirbestê ya li Xezzeyê hat qebûlkirin de daxuyanîyeke nivîskî da.
Di daxuyanîyê de weha hat gotin:
"Peymana agirbestê fêkiyê berxwedana efsanewî ya gelê me yê mezin ê Filistînê ye û îradeya ku bi berxwedana me ya qehremana zêdeyî 15 mehan li Xezzeyê nîşan daye ye.
Peymana rawestandina êrîşa li ser Xezzeyê serkeftina gelê me, berxwedana me, ummeta me û gelên azad ên cîhanê ye. Ev peyman di şerê me yê li dijî dijmin de qonaxeke muhîm a veguherînê ye û ji bo pêkanîna armancên gelê me yên azadî û vegerê merhaleyek e.
Ev peyman bi armanca rawestandina êrîşa sîyonîstan, bi dawî anîna xwîn û qetlîaman û bi dawî anîna şerê qirkiinê yê ku em di ber xwe de ne, di çarçoveya berpirsyariya me ya li hember gelê me yê ku li Xezzeya me ya ezîz bi sebir li berxwe didin, hatîye kirin.
Em spasî û minetdarîya xwe ji her kesê ku bi Xezzeyê re rawestîya, li kêleka gelê me sekinîn, bi eşkerekirina sûcên îşxalê di rawestandina êrîşan de bûn û piştgiriya fermî û raya giştî ya bi rûmet nîşan dan dikin, em spasîya xwe tînin ziman. Em spasîyên xwe yên taybet ji bo birayên xwe yên navbeynkar, bi taybetî ji Qeter û Misirê re yên ku ji bo gihîştina vê peymanê kedeke mezin didin, dikin. " (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejîma sîyonîst ku ji 7ê Cotmeha sala 2023an ve êrişên xwe yên qiurkirinê li Xezzeyê didomîne, li hemberî berxwedana bi rûmet a gelê Xezzeyê û mucahidan neçar ma ku agirbestê qebûl bike.
Di qirkirina ku ji 7ê Cotmehê vir ve ji teref sîyonîstên îşxalker ve li Xezzeyê hat kirin de hejmara şehîdan derket 46 hezar û 707an û hejmara birîndaran jî derket 110 hezar û 265an.
Li nêzê bajara Reşta Îranê balafireke perwerdehîyê ji ber xerabûneke teknîkî ket xwarê, di encamê de 3 kesan canê xwe ji dest dan.