HAMASê ji bo gelên cîhanê bang kir: Bila 1-3ê Tebaxê bibe roja berxwedana cîhanî

HAMASê bang li çaraliyê cîhanê kir ku ji 1-3ê Tebaxê pê ve li dijî êrîşên îşxalker ên sîyonîst û polîtîkaya qirkirin û birçîbûnê ya li dijî Xezzeyê tevgerên girseyî yên gelerî zêde bibin.
HAMASê di daxuyaniya xwe de daxwaz kir ku 3ê Tebaxê ji bo Xezzeyê, Qudsê, Mescîda Eqsayê û girtiyan, wekî bersivek ji bo banga şehîdê Filistîn û Ummetê, rêber Îsmaîl Heniye (Ebû'l-Ebîd), wekî roja piştgiriya gerdûnî were îlankirin.
Di daxuyaniyê de bang li gelên azad ên cîhana Ereb û Îslamî, û her wiha yên li çaraliyê cîhanê hat kirin ku di tevahiya hefteyê de, ji 1, 2 û 3yê Tebaxê pê ve, beşdariya xwe di meşên mezin, xwepêşandanên hêrsbûyî, xwepêşandanên li ber temsîlvanên dîplomatîk ên rejîma îşxalker û alîgirên wî, çalakiyên rûniştinê û her cûre berxwedana aştiyane de zêde bikin.
HAMAS bal kişand ku armanca vê berxwedana girseyî rawestandina êrîşên hovane û polîtîkayên birçîbûna sîstematîk ên rejîma îşxalker li dijî zarok, jin, nexweşan û sivîlên bêguneh e.
Daxwaz hat kirin ku xwepêşandanên girseyî, bi taybetî li ber temsîlvanên dîplomatîk ên rejîma îşxalker û balyozxaneyên Emrîkayê û welatên ku piştgiriyê didin îşxalê, werin lidarxistin, heta ku zext were kirin ku dorpêça nemirovane, komkujî û siyaseta birçîbûnê ya ku ji teref îşxalkerên sîyonîst ve li ser Xezzeyê tê ferzkirin bi dawî bibe.
HAMASê banga xwe ya "Xezze, Quds, Eqsa û girtiyên me neterikînin" dubare kir, û tekez kir ku ev kiryar deynek spasdariyê ye ji bo şehîdên mezin ên ku canê xwe li Xezzeyê feda kirine, nemaze ji bo şexsê Îsmaîl Henîye. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Artêşa rejîma sîyonîst li Xezzeyê gule li sivîlên ku di rêzên alîkariyê de li bendê bûn reşand. Tenê di rojekê de, li dora sê navendên alîkariyê yên cûda 21 kes hatin kuştin û bi dehan kes birîndar bûn.
Piştî erdheja bihêz a li Rûsyayê, li giştîyê welatê Zelandaya Nû hişyariyek mobîl a lezgîn hatiye şandin.
Starbucksa ku bi banga mirovên ku ji qetlîamên li Xezzeyê re bêdeng neman li gelek welatan hat boyqotkirin, di çaryeka sêyemîn a sala 2025an de ji kara xwe zerareke mezin kir.
Rejima sîyonîst a îşxalker, li herêmên cuda yên Şerîaya Rojavayê, leşkeran davêjin ser malan, di encamê de gelek Filistînîyan êsîr girtin. Êrîş û zext li Nablus, Beyt Furik û El Xelîlê zêde bûne.