Rejîma sîyonîst Xezzeyîyên birçî kir hedef: 21 şehîd

Artêşa rejîma sîyonîst li Xezzeyê gule li sivîlên ku di rêzên alîkariyê de li bendê bûn reşand. Tenê di rojekê de, li dora sê navendên alîkariyê yên cûda 21 kes hatin kuştin û bi dehan kes birîndar bûn.
Sivîlên ku li Xezzeyê ji ber birçîbûnê micadeleyê dikin, dema ku ber bi navendên alîkariyê ve diçin, ji aliyê artêşa rejîma sîyonîst ve tên hedefgirtin. Ji sibeha Çarşemê ve, 21 sivîl di encama gulebaranê de li dora sê navendên alîkariyê yên cuda hatine kuştin û bi dehan kesên din, di nav wan de jin û zarok jî hene, birîndar bûne.
Li gorî çavkaniyên tenduristiyê yên li Xezzeyê, artêşa îşxalker pêşî sivîlên ku li nêzî Korîdora Netzarim, li rojhilatê Kampa Penaberan a Nuseyratê li navenda Xezzeyê li benda alîkariyê bûn, hedef girt. Li wir sê kes hatin kuştin.
Di heman demê de, sivîlên ku li bakurê Refahê ji bo alîkariyê di rêzê de bûn, rastî gulebaranê hatin. Li gorî Kompleksa Tenturistî ya Nasir, şeş kes hatin kuştin û zêdetirî 40 kes birîndar bûn.
Li çerxeriya Nablusî, rojavayê bajarê Xezzeyê, Nexweşxaneya Qudsê heşt birîndar qebûl kir, hemû sivîl bûn ku dema hewl didan alîkariyê bistînin, gule li wan ketine.
Ji bilî rêzên alîkariyê, sivîlên ku hewl didan li herêma El-Mewasî ya li rojavayê Refahê avê berhev bikin jî bûn hedef. Di êrîşeke bi droneyan a ji teref rejîma sîyonîst ve hat kirin de heft kes birîndar bûn.
Ev êrîş dewreyeke nû ya tundûtûjiyê pêk tînin ku ji aliyê artêşa rejîma sîyonîst ve di hefteyên dawî de li dijî sîstema kontrolkirina alîkariyê ya ku bi navê "Saziya Alîkariya Mirovî ya Xezzeyê" hatiye damezrandin, tê rêvebirin. Heta niha, li deverên derdora vê avahiyê, ku di Gulana 2025an de bi hevkariya Emrîka û rejîma sîyonîst hate destpêkirin, nêzîkî 1200 kes hatine kuştin û zêdetirî 8000 kes jî birîndar bûne.
Di heman demê de, êrîşên hewayî û bejayî li seranserê Xezzeyê bênavber berdewam dikin. Îro, deverên wekî navçeya dîrokî ya bajarê Xezzeyê, taxa Şûcîyeyê, Cibalîyeyê û Deyr el-Belah hatin bombebarankirin. Tenê di 24 saetên dawî de, 86 kesan canê xwe ji dest dane.
Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê, di êrîşên rejîma sîyonîst de ku di Cotmeha 2023an de dest pê kirin, hejmara şehîdan ji 60 hezarî derbas bûye, lê hejmara birîndaran nêzîkî 146 hezarî bûye. Li Xezzeyê birçîbûn, dorpêçkirin û qetlîamên sîstematîk berdewam dikin, lê civaka navneteweyî bi piranî bêdeng dimîne. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di êrîşa asmanî ya Rûsyayê, li ser Kîeva paytexta Ukraynayê de herî kêm şeş kes hatin kuştin û 52 kes birîndar bûn.
Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Erakçî diyar kir ku divê Emrîka berî destpêkirina danûstandinan zirarên ku di şerê 12 rojan de ji Îranê re çêbûne, tezmînat bide.
Tevgera Ensarullahê Yemenê, daxuyand ku ew ji bo bersivdayîna êrîşên ku li dijî Xezze û gelê Filistînê berdewam dikin, li dijî sîyonîstan sê operayonên cuda yên SÎHAyê li dar xistin.
Sekreterê Giştî yê Hizbullahê Naîm Qasim bi tundî bangên ji bo çekberdanê red kir û bal kişand ku bangên bi vî rengî xizmeta berjewendiyên rejîma sîyonîst dikin. Qasim her wiha navbeynkarê Emrîkayîî Tom Bruck bi zextkirina li ser Libnanê sûcdar kir.