HAMAS: Ji ber dorpêça amûrê ya îsraîlê cenazeyên êsîrên îsraîlî nayên dîtin

HAMASê diyar kir ku ew nekarîne bigihîjin cenazeyên êsîrên di bin tunel û avahiyên ku ji ber bombebaranê wêran bûne de asê mane, û pêvajoya radestkirinê ji ber ku hêzên îşxalker destûr nedane alavên rizgarkirinê bikevin Xezzeyê asteng bûye.
Hamasê ragihand ku radestkirina cenazeyên êsîrên îşxalker ji ber ku hêzên îşxalker rê li ber amûrên rizgarkirinê girtine ku bikevin Xezzeyê dereng maye.
Tevgerê daxuyaniyek nivîskî weşand û got, "Hinek cenazeyên êsîrên îsraîlî di bin xirbeyên tunel û avahiyên ku ji ber bombebarana dijwar a artêşa îşxalker wêran bûne de hatine veşartin. Ev derengketin ji ber redkirina îsraîlê ya ketina amûrên rizgarkirinê bo herêmê ye."
HAMASê diyar kir ku hemû cenazeyên hatine dîtin hatine radestkirin, lê amûr û alavên giran ên pêwîst ji bo derxistina kesên di bin xirbeyan de asê mane hêna jî peyda nebûne û got, "Hikûmeta îsraîlê bi tevahî berpirsiyarê derengketina pêvajoya radestkirinê ye."
Berdevkê HAMASê Hazem Qasim rexne li van pîvanên dualî girt û tekez kir ku civaka navneteweyî ji bo cenazeyên çend leşkerên îşxalker heman hessasîyetê nîşan nade wekî ku ji bo cenazeyên bi deh hezaran Filistîniyên ku di bin kavilên Xezzeyê de mane nîşan dide.
Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê ragihand ku heta niha 120 cenazeyên Filistînî yên ku ji teref îşxalkeran ve hatine radestkirin beîrya nasnameyê gihîştine wan û nasname bi rêbazên destpêkê hatiye diyarkirin.
Hate diyarkirin ku ekîbên rizgarkirinê ji ber nebûna makîne û amûrên giran hêna jî nekarîne bigihîjin bi sedan cenazeyan û êrîşên dagirkeriyê binesaziya Xezzeyê û wesayîtên rizgarkirinê hema bêje bi tevahî wêran kirine. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Tûgayên Qessam, baskê leşkerî yê Hamasê, di çarçoveya peymana pevguhertina êsîrên ku di çarçoveya agirbestê de hatiye bicîhanîn de, cenazeyê êsîrekî din ê sîyonîst teslîm kir. Hejmara cenazeyên ku di pênc rojên dawî de hatine radestkirin gihîştiye 10an.
Wezîrê Parastinê yê Pakistanê Xawaja Muhammed Asif û serokê îstîxbarata wî li Dohayê bi şandeyeke Efxenî re hevdîtinan dikin. Armanca hevdîtinan dirêjkirina agirbesta demkî û aramkirina pevçûnên sînor e.
Di êrîşa siyonîstan a li ser wesayîteke sîvîl li taxa Zeytûnê ya Xezzeyê de, yanzdeh endamên heman malbatê, ku ji wan heft kes zarok û du kes jin in, şehîd bûn. Hamasê tekez kir ku ev êrîş îxlaleke eşkere ya peymana agirbestê ya bi navbeynkariya Trump bû.
Serokê Emrîkayê Donald Trump û Serokê Ukraynayê Volodîmîr Zelenskiy li Qesra Spî civiyan.