Hamas ji bo fermandarên şehîd banga nimêja cenazeyê ya xiyabî kir
Hamasê bang kir ku îro li çaraliyê cîhanê ji bo fermandarên Tûgayên Îzzeddîn el-Qassam ên ku di êrîşên rejîma siyonîst a li ser Xezzeyê de şehîd bûn, nimêja cenazeya xiyabî kir.
Tevgera Berxwedana Îslamî ya Hamasê ji bo fermandarên şehîd ên Tûgayên Îzzeddîn el-Qassam roja Înê banga nimêja cenazeyê ya xiyabî kir.
Hamas di daxuyaniya xwe de wiha got: "Em ji bo fermandarên şehîd ên Qasimê, ji bo nîşandana wefadarî û fedakariyên wan, teqdîrkirina têkoşîna wan a di parastina axa Filistînê de û ji bo bîranîna bedelên ku wan di parastina nirxên me yên pîroz de, nemaze Quds û Mescîda Eqsayê, dane, nimêja cenazeyê ya xiyabî dixwazin."
Navên fermandarên şehîd wiha ne: Serokê Fermandariya Giştî ya Tûgayên Qassam Muhammed Sinwar; Fermandarê Tûgaya Refahê Muhammed Şabana; Serokê Xizmetên Çek û Şer Hekîm el-Îsa; Fermandarê Yekîneya Hilberîna Leşkerî Raid Saad; û berdevkê berê yê Tûgayên Qassam, Huzeyfa el-Kehlut (Ebû Ubeyde).
Daxuyanî ji aliyê Ebû Ubeyde, berdevkê leşkerî yê nû yê Tûgayên Qassam ve hate xwendin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di êrîşên ku rejîma sîyonîst ku digel agirbestê pêk anîn de, li Xan Yûnisê Filistîniyek şehîd bû, gelekên din jî, di nav wan de zarok û jin jî hebûn, birîndar bûn.
Li nêzî Baregeha Hewayî ya Bagramê ya li Efxenistanê balafireke bêmirov a ji tîpa MQ-9 a Ajansa Îstîxbarata Navendî ya Emrîkayê ket xwarê.
Li parêzgeha Punjab a Pakistanê, di encama lihevketina otobuseke rêwiyan û mînîbusekê de 14 kes mirin û 16 kes jî birîndar bûn.