Tevgera Berxwedana Îslamî (HAMAS), operasyonên ewlehîyê ya hêzên ewlehîyê ya Bireveberîya Filistînê ku ev bû 8 roj e berdewam dikin wek “sûceke tam teşekkullî” wesifand.
HAMASê, bal kişandin ku divê ji bo parastina berxwêderan û şikandina dorpêçê gel û komên berxwedanê seferberîyên xwe bidomînin.
HAMASê weha got, “Operasyonên hêzên Bireveberîya Filistînê ku ev bû 8 roj e li Cenînê didomîne, şopandina berxwedêran û pevçûna bi wan re sûcekî netewî ye. Ev rewş, hewce dike ku ji bo parastina berxwêderan û şikandina dorpêçê gel û komên berxwedanê seferberîyên xwe bidomînin.”
Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku domandina operasyonên ewlehîyê ya bireveberîyê, gelê Filistînê ji hemû bangên sekinandina operasyonên û parastina berxwedêran re xwe kerr kirine. HAMASê destnîşan kir ku berxwedan ji bo gelê Filistînê, li hember sûcên îşxalkerên ku ax û nirxên Filistînîyan îşxal dikin mertalekî saxlem e.
HAMASê, bang li hemû komên berxwedanê kir ku ji bo sekinandina van operasyonan seferîyekî bidin destpêkirin û li hember van operasyonan bisekinin.
Xeyn ji vê bangê hat îfadekirin ku gelê bila pişta hev bigrin û çek û guleyên xwe tenê ji îşxalkeran re vegerînin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li bajara Nablusa Şerîaya Rojavayê berxwedêran ji otobûsa ku kedxwar di nav de bûn re bi çekan çalakîyek li dar xistin, di encama çalakîya çekdarî de leşkerekî îşxalker birîndar bû.
Di rûniştina derheqê Sûrîyeyê de ya Konseya Ewlehî ya NYyê de, bang hat kirin ku bila mueyyîdeyên li ser Sûrîyeyê bêne rakirin.
Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê ku ji ber pêşveçûna muxalîfan a ji bo xistina Esad hatibû girtin ew ê îro vebibe.