HAMASê ji bo sê rojan banga çalakîyan kir

Tevgera Hamasê bang li gelên azad ên li çaraliyê cîhanê kir ku roja Înê, Şemî û Yekşemê bi Xezzeyê re hevgirtinê nîşan bidin.
HAMAS bang li hemû cîhanê kir ku di 9-10-11ê Tebaxê de li dijî êrîşên rejîma siyonîst li ser Xezzeyê, dorpêçkirin û polîtîkayên birçîbûna sîstematîk derkevin kolanan.
Tevger armanc dike ku bi rêya xwepêşandanên ku dê roja Înê, Şemî û Yekşemê berdewam bikin, zexta gerdûnî li ser îşxalkeran zêde bike.
Di daxuyaniyê de hat tekez kirin ku zêdetirî du milyon kes li Xezzeyê ji ber dorpêça ku ji teref rejîma siyonîst ve hatiye sepandin, neçar in ku di nav mirin û birçîbûnê de bijîn û hat gotin, "Bêdengiya navneteweyî şirîkatiya vê wehşetê ye."
HAMAS her wiha daxwaz kir ku deriyên sînor tavilê werin vekirin û ji bo derbasbûna alîkariyên mirovî çalakî bên yek kirin û civaka cîhanî dengê xwe bilind bike.
Di daxuyaniyê de bang li gelên azad ên li çaraliyê cîhanê, bi taybetî welatên Ereb û Îslamî hat kirin û peyama "Li dijî vê zilmê bêdeng nemînin, meydanan terk nekin" hat dayîn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Bi erêkirina plana îşxalkirina Xezzeyê ya rejima îşxalker, nêzê milyonekî Filistînîyên ku li bakurê Xezzeyê dijîn ew ê carekî dinê jî ji koçê re werin mecbûrhiştin.
Rejima îşxalker, li Xezzeyê êrîşên xwe yên li dijî sîvîlan didomîne. Di êrîşên ku sîvîlên li hêvîya alîkarîyêbûn hatin hedefgirtin de 6 kes şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.
Ev bû du roj e li Çînê şilîyeke dijwar heye, vê şilîyê jî bû sedema lehî û hezazê; di encama bûyeran de 10 kes mirin, 33 kes jî winda bûn.