Li Xezzeyê di êrîşên îşxalkeran de 6 kes şehîd bûn

Rejima îşxalker, li Xezzeyê êrîşên xwe yên li dijî sîvîlan didomîne. Di êrîşên ku sîvîlên li hêvîya alîkarîyêbûn hatin hedefgirtin de 6 kes şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.
Di encama êrîşên bênavber ên rejima îşxalker de carekî dinê jî sîvîlên ku li hêvîya alîkarîyê bûn hatin hedefgirtin. Li gorî xeberên ku çavkanîyên tenduristîya herêmê diyar dikin, di êrîşên rejima îşxalker de herî kêm 6 kes şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.
Sîvîlên Xezzeyê li nêzê Çarrêya Netzarîmê li derdorê navenda belavkirina qaşo alîkarîyê ya Emrîkayê li hêvîya alîkarîyê bûn, di êrîşa ku li wê derê hat lidarxistin de 3 kes şehîd bûn, li heman herêmê jî gelek kes birîndar bûn.
Hat îfadekirin ku di êrîşa li Taxa Tuffaha bakurê Xezzeyê de jî herî kêm kesek şehîd bû, gelek kes jî birîndar bûn. Li Taxa ed-Dereca rojhilata bajêr jî îşxalkeran fuzeyekî avêtin û ew fuze îsabetê dibistanekî kir, di encamê de 5 kes şehîd bûn.
Kampa Nuseyratê jî bû hedefa balafirên sîyonîstan. Derheqê êrîşê de candayîn hene an jî tinene de tu agahîyek nehat dayîn, hat îfadekirin ku li herêmê jîngehên sîvîlan hatin hedefgirtin.
Li gorî ajansa nûçeya fermî ya Filistîn WAFAyê, rejima îşxalker li Xan Yûnisa başûrê Xezzeyê êrîşeke asîmanî li dar xist, di êrîşê de Filistînîyekî şehîd bû. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Bi erêkirina plana îşxalkirina Xezzeyê ya rejima îşxalker, nêzê milyonekî Filistînîyên ku li bakurê Xezzeyê dijîn ew ê carekî dinê jî ji koçê re werin mecbûrhiştin.
Ev bû du roj e li Çînê şilîyeke dijwar heye, vê şilîyê jî bû sedema lehî û hezazê; di encama bûyeran de 10 kes mirin, 33 kes jî winda bûn.
Tevgera Hamasê bang li gelên azad ên li çaraliyê cîhanê kir ku roja Înê, Şemî û Yekşemê bi Xezzeyê re hevgirtinê nîşan bidin.