HAMASê ji bo plana ji cîh derxistina Filistînîyan û bidestxistina Şerîda Xezzeyê ya Donald Trumpê Serokê Emerîkayê banga civîna Ereban a bilez kir.
Hazim Qasimê Berdevkê HAMASê daxuyanîya belavkir de got, “Li dijî projeya ji cîh derxistina Filistînîyan em dixwazin ku bila civîna Ereban a bilez bêkirin.”
Qasim diyar kir ku red kirina projeya Trump têr nake, ji bo li dijî ji cîh derxisitna li ber xwe bidin yekîtiya Filistînê pêwîst e û bang li komên Dilistînî kir ku li dijî projeya Trump bibin yek.
Di dawîya gotinên xwe de Qasim wiha peyivî, “Ji bo birêvebirina Xezzeyê tu îhtîyaca me bi dewletekî nîne û em dewsa îşxalekê, îşxaleke din qebûl nakin.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di pevçûnên ku navbeyna hêzên ewlehiyê ya Komareya Demokratîka Kongoyê û Hereketa 23ê Adarê (M23) ji bo bajarê Gomayê derket de hejmara kesên mirina derket 3 hezaran.
Sekreterê Giştiyê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonîo Guterres derheqê Xezzeyê de axifî û got, “Li Xezzeyê neslek bê mal û bê xanî heye. Lazime ku Xezzeyê tavilê ji nûv de bê înşa kirin.”
Rejîma îşxalkera siyonîst, di avêtina ser malan de herî kêm 6 Filistînî êsîr girt.